17 juni 2019

Bînalî Yildirim gotiye ewê hemû rojavayê Kurdistanê bikin Efrîn û erebên li Tirkiyê bibin wir

Bînalî Yildirim

Bînalî Yildirim çavê xwe berdaye dagirkirina hemû rojavayê Kurdistanê, gotiye ewê hemû Rojava bikin Efrîn û hemû erebên li Tirkiyê ne bibin li wir bi cî bikin. 

Boxe gotiye:

”Piştî hereketa Efrînê nêzî 500 hezar ereb bi paş da vegeriyan. Dema rojhilatê Ferêt were paqijkirin hemû ewê bi paş da vegerin.”


Hûn dibîjin mêrik eşkere dibêje emê hemû Kurdistana Rojava dagir bikin, kurdan ji wir derxin û erebên li Tirkiyê bibin li wir bi cî bikin.


Ev plangeriyeke jenosîda miletê kurd e, maneya xwe Tirkiyê hazirî û plana vê yekê kiriye. 

Lê heger bikanibin ewê ne ereban tenê, ewê çeçenan, ûguran, afganan, ozbekan, qirgizan, tirkmenan û tirkên li Tirkiyê zêde ne jî bibin li rojavayê Kurdistanê di mal, bajar û gundên kurdan da bi cî bikin. 

Li gorî Bînalî Yildirim gotiye hesab û plana Erdogan û Yildirim ev e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE