20 maj 2019

Tirk jê ra dibêjin terorîst ew dixwaze bi wan ra rismekî bigre



Ji bo ku HDP jî li Samsûnê beşdarî pîrozkirina 100 saliya Cejna 19ê Gulanê ya Ataturkê tirkan nebûye Perwîn Bûldan xanimê ji Erdogan û ji tirkan gazin kiriye, gotiye:

”Biezimandana, me dixwest em li Samsûnê bin…”

Meriv hewqasî jî xwe pîs nake, hewqasî jî xwe nake erd !


Tirkên li Samsûnê 100 saliya 19ê gulanê bi şoveke mezin pîroz kirin hemû neyarên kurdan in û ji HDPê û Pervîn Bûldanê ra dibêjin TERORîST û dijminê milet û dewleta tirk. 

Erdogan, Bahçelî, Perînçek her roj heqaretên nemayî li HDPê û Perwîn Bûladanê dikin, dibêjin hûn dijminên me ne û em naxwzin we di şîn û şahiyên xwe da bibînin.

Û ji xwe ji bo wê jî ban HDPê nekirin. Çimkî tirk HDPê partiyeke dijminên xwe dibînin.

Yek ji meriv ra bibêje ez ji te hez nakim, tu dijminê min î, tu terorîst î, meriv jî êdî doza hevaltiyê, dostiyê lê nake. Heger meriv lê bike meriv ne tiştek e.

Lê Perwîn Bûldan dîsa jî dixwaze here nava van kesên wê neyar dibînin û jê ra dibêjin terorîst, dixwaze here bi kesên silavê nadin wê rismekî xwe bigre.

Meriv hewqasî jî xwe biçûk naxe û xwe pîs nake.

Yek silavê nede meriv, bi meriv ra nepeyive, ji meriv ra bibêje TERORîST, meriv jî naçe balê û pê ra risim nagire. 

Meriv doza dostiyê, hevaltiyê lê nake.

Ya din şova siyasetmedarên tirk li Samsûnê kirin li hemberî kurdan bû, lema jî ban partiya dijminê xwe, yanî HDPê nekirin. 

Lê li gel vê jî Perwîn Bûldan bi neçûna Samsûnê xemgîn bûye. Çi şermeke mezin e. Vana xurûra kurdan anîn pênc qurişsan…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE