11 maj 2019

Şertê mele


Rojekê yekî serxweş nigêwî şemitî û di newalekê wer bû. Lê şansê wî hebû li jêr dar û devî, qirş û qal pir bû, bi wan ve daliqî, neket erdê. Kir gazî û hawar, got:
-Haho, haho ! Ji bo Xwedê ma kes li vir tuneye were hawara min?


Meleyê cîranê wî ji wir dibihurî. Jê ra got:
-Ezê te xelas bikim lê şertekî min heye.
Serxweşê bi dar û deviyan ve li ba dibû got:
-Şertê te çi ye?
Mele got:
-Dibê ji nuha û pê da tu nimê bikî, şeşekan û rojiyê bigrî, herî hecê…
Serxweş ji nuh ve dest bi gazî û hawarê kir:
-Ma kesekî din tuneye ?

Diz
Japonan robotekî diz digirtin îcad kiribûn. Robot li Almanyayê di 5 deqîqeyan 100 diz girtin.
Li Îngilterê di 5 deqîqeyan da 50 diz girtin.
Li Fransayê di 5 deqîqeyan da 30 diz girtin.
Li Holandayê di 5 deqîqeyan da 20 diz girtin.
Li Tirkiyê di 2 deqîqeyan da robot dizîn.
Japon ji Tirkiyê destvala vegeriyan welatê xwe.

Zû were mişk !
Pîrê li mitbaxê ji nişka ve mişk di nava nigên xwe da dît û qîriya:
-Sofî, zû were mişk !
Sofî ji odê bersîv dayê:
-Çima tu ji min ra dibêjî, ma ez pisik im?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE