22 maj 2019

Reîs ketiye feqeke pir xerab



Li gorî rojnameya CNBCê, Amerîkayê du sê hefte molet daye Tirkiyê; Tirkiye ya ewê peymana bi Rûsyayê ra çê kiriye betal bike, ya jî ewê rûbirûyê ambargoyên Amerîkayê bimîne. 

Amerîkayê ji tirkan ra gotiye, dibê hûn di nav du sê heftanda biryara xwe bidin, heger hûn dixwazin ji me çekan bikirin dibê hûn dev kirîna S-400ên Rûsyayê berdin, ya na emê li hemberî we hin ambargoyan têxin dewrê.


Nuha îşê reîs hinekî zahmet xuya dike. 

Wê rojê pir ji xwe bawer got, ”mesela S-400an qediya ye, êdî vegera wê tuneye.”

Lê hela ka em binêrin veger heye ya tuneye?

Reîs di nabêna dêrê û mizgeftê da asê maye, tû ke jor simêl e, tû ke jêr rî ye, feqîro rast lê xe nabe, çep lêxe nabe. 

Heger peymana S-400an betal bike Pûtîn zalim e, li Sûriyê ewê reîs di gerekê bide û çeteyên wî pir biêşîne. 

Heger peymanê betla neke, îcar Trumpê weke mozeke sor pê vede. Trump ji Pûtîn zalimtir e, kane reîs perîşan bike, ew viya pir baş zane.

Berpirsiyarekî emerîkî gotiye em vekirî dibêjin, heger Tirkiye S-400an ji Rûsyayê bigre ewê marûzî netîceyên pir xerab bibe.

Welhasilî kelam neyartiya kurdan reîs xistiye feqê, hela ka em binêrin îcar ewê çi hokus pokusê çê ke…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE