09 maj 2019

Me îro silavek da çend darên beruyê yên hezar salî



Meriv bigere, meriv tiştên xweş û carnan jî tiştên pir bi heybet dibîne... 

Îro ez û xanim çûn daristaneke heta nuha em neçûbûn li nav negeriyabûn. 

Me got weleh emê herin li nav bigerin. 

Baş bû ku em çûn. Me hin derên nuh û tiştên pir xweş dît. 


Lê bi taybetî jî me çend darên beruyê yên pir mezin, belkî hezar sal umrê wan hebû dît û min du sê risim girtin.


Xwezî bihatana zimnên ji me ra umrê xwe bigotana.


Xwezî bihatana zimên û ji me ra bigotana wan çi dîtine û çi nedîtine.

Gava em digeriyan em rastî kalekî fînî hatin. Me silav li hev kir. Got ev ev der pir xweş e, sakîn e, ez her roj têm li vir digerim.

Min got weleh ev cara pêşî ye em tên vir, lê ji îro û pê da emê tim werin, bi rastî jî dereke gelkî xweş e.

Kalê fînî got, min li ser vê daristanê û van darên beruyê pir serê xwe êşand, pir xwend. Bi qasî min xwend ji van daran hinkên wan li dora hezar salî umrê wan heye.


Dara beruyê li Wêranşarê, li Qerejdaxê jî pir e. Di salên 1950-60î da Qerejdax hemû darên beruyê, givîjan û hêrmiyan bû. Dara beruyê li seranserê Kurdistanê heye. 


Li Swêd jî dara beruyê heye û him jî pir jî mezin dibibin. Dara Îskandînavya ya herî mezin dara beruyê ye. Dara beruyê li Asyayê, li Ewrûpayê, li Amerîka Bakur û li gelek derên din yên dinyayê heye û dareke him pir umir dike, pir mezin dibe û him jî di gelek waran da tê bikaranîn. Çimkî dareke pir saxlem e.

Di mîtolojiya Yûnan da jî dara beruyê muhîm e, dibêjin ew dara Zeus ya pîroz e, û Zeus ketiye qelîşteka wê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE