08 maj 2019

Ji bo ku ker e



Jinik û mêrê xwe ji bo hevdu berdin çûn ba mele . Jinikê ji mele ra got seyda ez dixwazim xwe ji mêrê xwe bidim berdan.
Mele ji jinikê ra got :
-Sebeb çi ye, çima tu dixwazî xwe bidî berdan ?.
Jinikê got :


-Ji bo ku ker e !
Mele matmayî ma û got :
-Ma dema tu pê ra zewicî te nizanîbû ker e ? .
Jinikê got :
Na bi Xwedê min nizanî bû .
Mêrik gotina jinikê birrî û got :
-Seyda, weleh rast nabêje, bi Xwedê ji berê da zanîbû ez ker im !

Ez ne nexweş im
Erdogan li tîmarxaneyê(nexweşxaneya dînan)dipeyivî, gelek soz dida tuxtor û nexweşan, digot emê hemû kêmasiyên we, daxwazên we bi cî bînin. Yek ne tê da, her kesî jê ra li çepikan dixist.
Vê yekê bala Erdogan kişand, dageriya ser kesê li çepikan naxe û got:
-Çima tu li çepikan naxî?
Mêrik got:
-Ez ne nexweş im, ez li nexweşan dinêrim…

Dor
Mêrik êvarî çû mal, bala xwe dayê xanima wî ne li malê ye. Piştî saetekê jinik hat.
Mêrê wê bi meraq jê pirsî:
-Xatûn, ma tu heta nuha li ku bû?
Jinikê got:
-Ez çûm salona xweşikbûnê(beauty salon, beauty shop).
Mêrik bala xwe dayê û got:
-Ma qey dor nehat ser te?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE