21 maj 2019

Halê kurdan li Tirkiyê ev hal e !



Ev der qeza Rihayê Xelfetî ye û yên li erdê dirêjkirî jî kurd in.
Halê kurdan li Tirkiyê ev e hal e!

Gava tu kurd bî polîsê tirk te dixe vî halî. Tirk gava kurdan di vî halî da dibînin pir bextewar û dilşa dibin. 

Ev rastîyeke.


Berê destên kurdan ji pê ra kelemçe dikirin û kurd bi dev û rû ve li erdê dirêj nedikirin. Kelemçeyên wan jî ne palstîk bûn, metal bûn, hewqasî nediêşandin.

Lê nuha di rejîma Erdogan û îslamîyan da wek her tiştî, kelemçekirina kurdan jî moderntir bûye, êdî destên kurdan ne ji pêş va, ji paş va li kelmçê dixin û bi dev û rû va li kuçe û kolanên bajêr dirêj dikin; ji bo ku hemû bajar bibîne bê polîsê tirk kane çi bi bîne serê kurdan.

Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye halê kurdan kêm zê de ev e, tim li erdê, di nava nigên leşker û polîsên tirk da ne.

Ferqa rejîma îslamîstan ji yên berê, ew hinekî din hov in, pantirkîst û namerdane hereket dikin, wek di vî rismî da jî tê dîtin kîn û nefreta xwe bêtir didin der.

Lê kurdên hîn jî hevalên vê rejîmê ne hene, rayên xwe didin û AKPê û dixwazin kurd jî wek wan piştgiriyê bidin vê rejîma faşîst û antî-kurd.
Gerek em wê jî ji bîr nekin.

XXX

Di bin destê Erdogan da kurdên bûne zilamên wî pir in, mêrik ji çend mehan carê bi hev diguherîne, yekî poste dike, yekî nuh derdixe pêş. 

Meriv hîn yek baş nas nekiriye, yekî dij dajo piyasê.
Qey ji bo ku pir in, dibê hemûyan biceribîne.

Nuha jî yekî bi navê Azmi Ekinci kiriye cîgirê xwe û berpirsiyarên rêxistinên partiyê.

Yanî nuha jî wî diceribîne.

Azmî Ekîncî ji Meletyê ye.
Tirkiyê welatê wî dagir kiriye. 
Erdogan heta nuha ew rê kesî nedabû. Diyar e zilamekî wî rojên giran e.

Erdogan dixwaze di hilbijartina 23ê hezîranê da vî kurdê xwe yê nuh biceribînde…


Erdogan, kurdê dibêje Kurdistan diqewitîne, dibêje li vir Kurdistan tuneye, yên Kurdistanê dixwazin bira herin bakurê Îraqê.

Û ev cahşê ruhkole jî wek kurdekî bûye berdevkê dagirkerê welatê xwe û dixwaze kurd raya bidin AKPê.

Ma tiştekî ji viya xerabtir heye? 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE