27 maj 2019

Em îro bi qevdek kulîlk vegeriyan mal



Ger û seyrana me îro pir xweş û dewlemend derbas bû. Me li peravê gola xwe du pezkûvî dîtin.

Gava min rismê wan girt, zîq li min nêrîn û nereviyan. 

Belkî wan jî xwest rismê wan were girtin û di medyaya sosyal û di bloga Zinarê Xamo da belav bibe.



Kî zane, dibe ku dizên hewşa min bin jî. Îsal dîsa laleyên min xwarin û nehîştin em çend rojan ji xwe ra pê şa bibin.


Ya din jî ji ber ku ev çend roj in li Stockholmê baran e, erd teqiya ye, xweza û dar xemilî ne, her der bûye kulîk. 


Me ji xwe ra qevdek kulîlk top kir. Bîneke pir xweş ji wan tê, ji bîna lewantê jî xweştir e.







Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE