10 maj 2019

Êdî dawiya derewan hat...


Hin însan hene karê wan sextekarî ye, di xapandina însanan da profesyonel in. Her tim kanin hin însanan bixapînin. Lê belê her tim nikanin her kesî bixapînin.

Tirkan, partiyên tirk, dîndar, rast û çepên tirk heta nuha gelek caran hin kurd xapandin, samîmîyet û baweriya însanan îstîsmar kirin.

Ev rast e...


Lê dawiya xapandinê hat, hew kanin kurdan bixapînin. Êdî me hev û du baş nas kiriye û dawiya derewan û xapandinê hatiye.

Di nava kurdan da êdî yek kurdê bi virên tirkan werin xapandin tuneye.

Kurdên hîn jî bi rast, çep û dîndarên, îslamîstên tirkan ra ne, hîn jî ji gotinên serok û partiyên tirk bawer dikin, ew nexapiyan e, ew hevalên wan in. Yanî yê wan ne xapandin e, hevaltiyeke bi zanîn e, tercîheke siyasî ye. Ew êdî di cepheya tirkîtiyê da ne, bûne tirk û dixwazin wek zilamên tirkan şerê kurdan bikin.

 XXX
Dînekî kevirek avêtiye bîrekê, çel biaqilî nikanîbûne jê derxin.
Erdogan hilbijartinên Stenbolê betal kir, ev çel roj in di studyoyên telewîzyonan da kakafoniyeke nayê kişandin dom dike. 

Hemû elît, siyasetmedar, huqûqnasên tirk bi şev û roj bi qîjewîjeke kes nizane kî çi dibêje li ser dipeyivin, dikin, nakin nikanin ji nav derkevin. Ji her seriyekî dengek derdikve.

Bi rastî jî tirk merivên aqilsivik in, ne temam in. Kuro mêrik hilbijartin bi zora xwe betal kir, got ez qebûl nakim Ekrem Îmamoglu bibe reîs, dibê Bîneliyê min bibe.

Hûn çi li ser qanûnî û bêqanûniya betalkirinê dipeyivin? Di vir da qanûn manûn tuneye, mêrik dibêje ez nadim. Heger hûn kanin berê xwe bidin wî.

XXX
Li Tirkiyê "qanûn" jî, bêqanûnî jî ji bo kurda ye. Tirk, siyasetmedarên tirk kanin her gotinê, her heqaretê li kurdan bikin, tu gotin û heqareta ne sûc e; çimkî ji kurdan ra gotiye.

Tirkiye bi huqûq, qanûn û edaleta xwe jî welatekî antî-kurd e. Loma heqareta li kurdan serbest e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE