20 maj 2019

Daxwaza min


Li vê dinya derewîn û bêbext daxwazek min tenê heye
te ji bindestiya dijmin derînim
berî mirina xwe te azad bibînim
bi navê te cuzdanekê
pasportekê têkim bêrîka xwe

û dû ra jî serê xwe bigrim û herim û herim
têra dilê xwe welat bi welat bigerim
bira her kes bibîne êdî ez ne bindes tim
ne mahcir im
ne bê welat û bê al im
merivekî azad
kurdekî xwedî welat û xwedî al im.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE