05 april 2019

Tirk û huqûq !



Li Tirkiyê ev çend roj in her kes qala huqûq dike. Gotina huqûq rojekê ewê ji her kesî ra lazim be dubare dike.

Sextekariyên di hilbijartinan da bûn û bûyerên piştî hilbijartinan nîşan didin ev hukûmet qurişekî xwe jî di “huqûq” muqûq nade, ji bo hukûmetê huqûq qezenckirina AKPê ye, heger namzedên AKPê qezenc neke maneya xwe bêhuqûqî bûye.


Tirkiye berê jî ne tu welat bû, lê bi rejîma AKPê ya îslamî ra Tirkiye êdî ne dewleteke qanûnî ye jî. Li Tirkiyê rejîmeke ceberût ya şexsekî heye. Ew şexs çi bibêje ew e.

Nuha Erdogan naxwaze Stenbolê, Anqerê û hin bajarên din bide CHPê. Û heger CHP ev CHP be ewê nedin jî.

Dema rayên wî zêde bûn digot îradeya gel, nuha îradeya gel jî qebûl nake. Dîktator wiha ne, ji bo parastina kursiya xwe çi lazim be wiya dikin.

Bi qasî xuya dike Erdogan destega Bahçelî jî girtiye. Wê demê ewê plana B, nebû ya C û D têxe dewrê û belediyên Anqerê û Stenbolê bi rehetî nede. Dibê zorê û tirsê bibîne...


XXX
Hin kes xwedêgiravî li ser navê lêkolînê, wexta xwe didin tiştên pir beradayî û bêfeyde û ji bo wê jî çeqel û sûtalên tirk gelek heqaretên kûçik pê har dibin lê dikin. 

Nizanim nîvê kîjan bajarê Derya Reş bi koka xwe kurd in.

Nizanim şahê kîjan welatî û şahbanûya kîjan welatî bi koka xwe kurd in. 

Aş çûye efendî bi dû çeqçeqê ketiye. 

Yaho ew bi koka xwe kurd bin ewê çi be, ne kurd bin ewê çi be? 

Dixwaze bira nîvî bajarên Derya Reşkurd bin, çi ji me ra, çi feyedeya wî ji me ra heye?

Meriv çawa wexta xwe dide tiştên wiha bêmane û bêfeyde ez fêm nakim! 

Bi ya min ji dêlî van lêkolînan meriv li ser feydeyên tirp û pîvazê binivîse ji bo kurdan û zimanê kurdî ewê bi feydetir be.

XXX
Beyana KCKê ya li ser Leyla Guven û girewên birçîbûnê yên girtiyên zindanan skandal e û beyaneka neînsanî ye. 

Teşwîqkirina însanan ya xwekuştinê, pesindana mirinê û întîxarê sadîzm e, fanatîzm e. Ev, bawerî û îdeolojiyeke ne însanî ye, dibê were mahkûmkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE