28 april 2019

Ma ev telebe giş bi ku da çûn?


Berê telebe (xwendekar) avantgardîstên civatê bûn ! 

Tim û daîm li pêş bûn, motora civatê bûn, hêza herî dînamîk ya kurdayetiyê şoreşê bûn.
Lê îro qet li piyasê xuya nakin...


Ji salên 1950î bigre heta sala 1980î xwendevanên zanîngehan, wê demê xelkê ji wan ra digot ”telebe”, li Kurdistana bakur hêza avantgardist bû, hêza şoreşger bû û pêşengiya civatê û kurdperweriyê dikir.

Kesên çep û kominîst jî û yên nasyonalîst jî, yên ji bo azadîya kurdan û serxwebûna Kurdistanê dixebitîn xwendevanên zanîngehan bûn. Wan pêşengiya tevgera netewî û guherînan dikir.

Lê ”telebeyên” nuha wek yên salên 60î, 70î û 80î pêşengiya tevgera kurd ya netewî nakin. Ew li meydanê qet xuya nakin. Ev ”telebe” ku da çûn, çi ha serê wan?

Sebebê tunebûna tevgera xwendevanan çi ye, çima wek salên 1660î û 70î ne çalak in?

Gelo ev dîtina min şaş e?

XXX
Tu kîjan kanala telewîzyona tirk vedikî du sê kurd tê da neyartiya qewmê xwe û welatê xwe dikin. Him jî bi zimanekî har û panturkîst. 

Dixwazin Tirkiye kurdên rojava tevî welatê wan daqultîne, bike tirk. Bi heraret dixwazin Tirkiye Kurdistana Sûriyê dagir bike. 

Hewqas kurd çawa bûn neyarên gelê xwe û xulamên dijmin meriv fêm nake. Meriv çawa kane bi rengekî eşkere hewqasî bêar, bêheya, bêrû bibe? 

Çima hewqas kurdên zane, akademîsyen dixwazin zarokên wan, neviyên wan, gelê wan di bindestê tirkan da bijîn aqilê min nagre. 

Sebebê vê kîn, nefret û neyartiya wan ya li hemberî gelê wan çi ye, çima naxwazin gelê wan jî wek tirkan bibin xwedî dewlet û azad bijîn? Însan çawa kane dagirkirina welatê xwe û bindestiya gelê xwe biparêze û çawa kane hewqasî pîs bibe hişê min nagre!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE