01 april 2019

Li ser netîceya hilbijartinan


Ji dêlî HDP û kurdên piştgiriyê didinê bi serketina li filan bajarî kêfxweş bibin û ji têkçûna li hin bajraran ra hincetan, sebeban rêz bikin, dibê ew û hemû kurd bibêjin çima hêzên dagirker kanin li welatê me zora me bibin?

Çima hewqas kurd dibin namzed û piştgirên hêzên dagirkerên welatê xwe?


Rast e li Kurdistanê li her dera AKPê qezenc kiriye kêm, zêde miheqeq hîle û sextekarî kirine, ev rast e.
Lê belê ev hîle û sextekarî hêza dagirkeran li Kurdistanê pûç nake, hêza wan heye, bi milyonan kurd rayên xwe didin neyarên xwe, bi hezaran kurdên xwefiroş dibin berpirsiyar û namzedên hêzên welatê me dagir kirine.

Dibê ev yek bi me zor were, dibê em vê yekê ji xwe ra wek şermekê, wek rûreşiyekê bibînin û pê biqeherin. 

Li bajarekî Kurdistanê tenê jî qezenckirina AKPê, MHPê, CHPê, IPê, Seadetê dibê ji bo me şerm be, dibê em hevalbendiya, xulamtiya dijmin hewqasî xweş nebînin, bi çavê reqabeteke siyasî nebînin lê nenêrin.

Dibê hewqas kurd nebin heval û piştgirên hêzên dagirker û partiyên wan.

Hebûna hemû partiyên tirk li Kurdistanê ne meşrû ye. Wek hinek bi zorê têkevin mala meriv û meriv ji xwe ra bikin bindest û kole. Têkiliya me û tirkan û partiyên wan ev e.

Tirkan welatê me bi darê zorê ji me stendin e û hewil didin me ji ortê rakin, bikin tirk.

Lema jî hebalbendî, piştgirî û namzediya partiyên tirk ne meşrû ye, îxaneta bi gelê xwe ra ye.

Dibê em viya wiha bibînin û bibêjin. Dibê em xwe îdare bikin û tu carî serokatiya tirkan qebûl nekin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE