17 april 2019

Ji bo me kurdan fêdeyên medyaya sosyal



Wek her miletî kurd jî pir hindik, ne bi qasî ferdên xwedîdewlet bin jî medyaya sosyal bi kar tînin û jê fêdeyê(sûdê, havilê) dibînin.

Yanî di medyaya sosyal da hindik be jî cihekî kurdî jî heye û kurd jî fêdeyê jê digrin. Ev cara pêşî ye kurd ji teknolojiyê, ji wasite û platformên ragîhandinê ne tenê zirarê, feydeyê jî dibînin.


Ji sala 2006a û vir da ye teknolojiya tora sosyal ketiye jiyana me. Di vê torê da platformên, sîteyên herî zêde tên bikaranîn Facebook, Twitt, , İnstagram, WhatsApp e.

Û em van sîteyan hemûyan û hinên din him li malên xwe di kompîtorên xwe da û him jî di telefonên xwe da bi kar tînin.

Îro hemû xort, heta bigihîje zarokên biçûk jî medyaya sosyal bi rengekî aktîf bi kar tinin.

Ji bo teknolojiya îro medyaya sosyal beşekî herî girîng e û feydeyeke mezin dide me kurdan jî.

Gelek tiştên, zanînên, çavkaniyên heta çend sal berê me nikanîbû xwe bigîhandayê, bi xêra medyaya sosyal di nava çend sanîyeyan da em xwe digihîninê, dibînin, dixwînin, lê temaşe û guhdarî dikin. Ev îmkan bi taybetî ji me kurdan pir û pir girîng e, nîhmeteke bêhempa ye.

20 sal berê ev îmkana me tunebû.Haya me ji hev çê nedibû, me nizabîbû li ku dera Kurdistanê çi diqewime.

Û tiştên me bi riya medyaya dijminên xwe dibihîst jî gelekê caran dezînformasyon bû. Lê nuha bi xêra medya sosyal xwegîhandina çavkaniya bûeyerê gelkî rehettir bûye.

Medyaya sosyal, di nava teknolojiya îro da wasiteya dan û stendinê ya herî populer e.

Bi xêra medyaya sosyal em tavilê xwe digihînin her dera dinyayê, her rojnameyê, her kovarê, her kitêbxaneyê, rûpela her kesî, bi tikandinekê her tiştê tê mala me, ber destê me, telefona di destê me da.

Ev xêra Xwedê ye.

Medyaya sosyal, îmkanê dide me em bi însanên ji me gelkî dûr ra dikevin têkiliyê, dipeyivin, ji hev ra dinivîsin, fikrê xwe li dinyayê belav dikin.

Haya medyaya dinyayê digihînin zulma li me dibe. Û ya herî muhîm jî platformên wek facebookê û twîttê îmkana têkilî û xîtabkirina gelek kesan dide me, nivîseke em belav dikin li her dera dinyayê bi sedhezaran, bi milyonan însan kanin bixwînin.

Ev îmkan ji bo me kurdan wek mûcîzeyê ye, sînorên dewletan, yasaxên wan êdî nikanin rê li ber têkiliyên me bigrin.

Yanî bi kurtî tesîra medyaya sosyal li ser bikaranîn û pêşketina zimanê kurdî heta hûn bixwazin pir e.

Bi xêra medyaya sosyal baş xerab bi sedhezaran kurd fêrî xwendin û nivîsînê kurdî bûn.

Wek min li jor jî got, sînorên dijminên me danîbûn êdî bêtesîr û bêmane bûne, Kînga dilê min bixwaze eza kanim bi kurdekî li Wanê, li Mahabadê, li Hewlêrê, li Qamîşloyê û li her dera dinyayê ra têkevim têkiliyê. Kurdek li Silêmaniyê, yek li Mahabadê, yek li Qamîşloyê, yek li Diyarbekrê, yek Stockholmê, li Parîsê, li Londonê, li Tokyê û li Moskovayê, bi gotineke din li ku dera dinê dibe bira bibe, li mala xwe rûdine û bi hev ra dipeyivin, nivîsên hev dixwînin, dîtinên hev fêr dibin, hev û du nas dikin û ji hev muteesîr dibin; derdê xwe ji hev ra dibêjin.

Ji bo me kurdan, ji bo miletekî bêdewlet ev îmkan şoreşeke muhteşem û pir mezin e.

Yanî sînorên dijminên me yên fizîkî êdî nikanin rê li ber têkiliyên me yên sosyal bigrin. Vê teknolojiyê û tora medyaya sosyal kurdên herçar perçên Kurdistanê nêzî hev kirin, kurdan zarava û devokên hev nas kirin.

Û zimanê kurdî jî gelkî bi pêş ket, gelek gotin û mefhûnên nuh li xwe zêde kir. Berê ne sînorên dagikeran tenê, elîfbeyên wan yên cuda jî dibû sebeb em kurdên herçar perçeyên Kurdidistanê ji hev fêm nekin û nikanibin nivîs û berhemên hev bixwînin.

Lê bi saya vê teknolojiya nuh, googla translatê êdî ew gelşî hema hema ji ortê rabûye, êdî em kanin bi riya google translatê nivîsên hev tercume bikin û bixwînin. Nivîsên erebî, farisî û tirkî wergerînin zimanê em zanin.

Bi baweriya min medyaya sosyal di warê fikrî û siyasî da kurd gelkî nêzî hev kirin û yekîtiya kurdan çêkir, hestên kurdayetiyê bi kurdan ra xurt kir.

Dema meriv hev û du nas bike, ji hev û du fêm bike, ji şîn û şahiyên hev haydar bibe meriv dibe yek milet, hestên netewî bi meriv ra xurt dibe.

Li kîjan beşê Kurdistanê çi diqewime di eynî saetê da bi milyonan kurdên her çar perçên Kurdistanê dibihîzin û bi hev ra reaksiyonê nîşan didin ya jîbi hev ra kêfxweş dibin.

Di dîrokê da ev cara pêşî ye pêketineke, teknolojiyek, keşfek feydeyeke hewqas mezin digihîne me kurdan jî.

Bi xêra medya sosyal me zimanê xwe belav kir, bi pêş xist, me xwe gîhand hev, me bêtir hevûdu nas kir û ji hevûdu fêm kir.

Em zarava û devokên hev fêr bûn û fêr dibin.

Em dengê hev dibihîzin, sûretên hev dibînin.

Bi riya Skypê em kanin bi deng û risim beşdarî civînên hev bibin, konferansa bidin.

Bi kurtî vê teknolojiya nuh û medyaya sosyal hestên me yên perçebûyî cebirand, bi hev ve keland, barîyerên dijminên me danîbûn û yên di serê me da çê bûbûn hilweşand, bi kêmanî derz lê xixt…

Lê li gel vê jî em kurd ji vê teknolojiya medyaya sosyal baş feydeyê nabînin, heger em xwe baş organîze bikin em kanin zarokan jî û mezinên bi kurdî nizanin jî fêrî kurdî bikin yanî dibistanên înternetê vekin û ji bo zarokan gelek tiştên din bikin, fîlmên pir xweş çêkin.

Yanî heger meriv bixwaze û organîze be îmkanên vê teknolojiya medyaya saosyal dane me pir in, bêsînor in.

Not:
Xortekî bi navê Yekta Arin di meha sibatê da bi riya messengerê ji min ra got ew ji bo Enstîtuya Kurdî tezeke bi navê " Di Medyaya Sosyal de Cih û Derfetên Kurdî" amade dike, heger jî li ser vê mijarê tiştekî binivîsim ewê kêfxweş bibe. Min jî di 25ê sibatê da ev nivîs jê ra şand.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE