26 april 2019

Ez û înternet


Saet di sisiyan(15.00) da ez û xanim ji ger û meşa xwe ya rojane hatin malê înterneta min tunebû. Nîvsaetekê min li ber da, min dît bêfeyde ye. Ji acizî min rabû ji xanimê ra papasteyeke(keksê) sêvan çê kir.

Dû ra min dît înternet hîn nehatiye. 

Min bîstekê li telewîzyonê temaşe kir.
 
Lê li ber telewîzyonê di xew ra çûm.


Raketina li ber telewîzyonê xweş e, biceribînin. Meriv xulamş e û teng tê, wek meriv xenanan bibîne.

Min dît nabe. Min xatir ji xanimê xwest, rabûm çûm ketim nava nivînan, nuh rabûm. Bi kêmanî du saetan raketim.

Çend rojan înternet tunebe ezê ji xwe ra rehet bikim. Ezê him têr rakevim û him jî têr bixwînim. Ev bêxwediya înternetê bûye kurm ketiye canê min, heta hebe ez jê naqetim.

Nuha kitêba li ser rahmetiyê Muhterem Bîçimlî ”Mêrxas hebûn hevalno!” dixwînim. Ezê îşev biqedînim. 

Mala Faris Medenê Marsîl ava be, karekî baş kiriye.

XXX
Em kurd mecbûr in bi ereb, faris û tirkan ra cîran bin, bi wan ra bijîn. Em nikanin wan ji cîrantiya xwe derxin.

Van hersê qewman him welatê me dagir kirine û him jî pir zulm li me kirine û hîn jî dikin.

Hukûmeta Kurdistana Federe mecbûr e bi van welatên, dewletên dijmin ra bide û bistîne û tîcaretê bike.

Lê dibê ew baş bizanibin ev her çar dewlet jî tu carî nabin dostên wan, tim gorra wan dikolin. 

Di referandûma serxwebûnê da me dît Tirkiye, Îran û Îraq çi koremar in!

Hedefa Tirkiyê ya herî sereke Kurdistana Federe ji ortê rake, hukûmeta AKPê 24 saetan ji bo wê dixebite.

Çawişoglu faşîstekî ji Bahçelî hartir e, dibê hemû kurd viya baş bizanibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE