04 april 2019

Ev şer ewê li qereqolê biqede !


Her cara ez ji xanima xwe ra qala gotin û beyayên serokê Tirkiyê yê mezin û bi qudret dikim di cî da wek mozekê diazire û dest bi nifiran dike, nifirên min qet nebihîsitine li pey hev rêz dike, dibêje înşelah ewê bela xwe ji ber nigê xwe bibîne. 


Ez jê ra dibêjim xanim, bela herî mezin ew bi xwe ye, Xwedê aynê me ji tirkan nehîşt û ev mêrik wek belayeke mezin da wan. Sebir bike, ewê nuha li ser koka tirkan û heftê û heft bavên wan rûne.

Qet mereq meke, ewê serê wan bixwe. Zû dereng ewê topê bi vê dewleta virnî û bîjî bide avêtin...

Hilbijartinên Tirkiyê komedî jî derbas kir, çar roj di ser hilbijartinan ra derbas bûne lê li gelek deran netîceyê qebûl nake, dibêje sextekarî bûye; ji bo ku hîleyekê bike dixwaze hilbijartinan dubare bike.
 
Li Kurdistanê li Mûşê, li Wêranşarê bi hezaran rayên kurdan betal kirine û bi zor dibêjin me qezenc kiriye. Li Şirnexê û li çend bajarên din bi rayên sexte dibêjin me qezenc kiriye. Û teşxele hîn jî berdewam e.

Bi qasî xuya dike ev şer ewê li qereqolê biqede. Dixwazin belediyeyên Stenbolê, Anqerê û Îzmêrê bi darê zorê ji CHPê bigrin.
Hêvî dikim wer bikin, 

Dibê ev dewlet bibelqite û kurm û kêz têkevin bedena wê û miletê wê...

 XXX
Te dayê, te dayê, ji nezan û kêmaqilan wa ye bihar nayê.
Zivistan çiqasî dijwar û dirêj bajo jî dawî bihar e.
Me zivistanên sar û dirêj dîtin. Ev zivistan jî yek ji wan e, lê ew jî qediya, nuha nîsan e, destpêka biharê ye...

 XXX
Li welatekî gava gel ji hukûmeta xwe bitirse tîranî/despotîzim, hukûmet ji gel bitirse azadî heye.
Thomas Jefferson

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE