21 april 2019

Emerîkiyan Berat Albayrak bera hundur Senatoyê nedan



Çendakî berê Erdogan bi hêviya ewê nabêna xwe û Trump xweş bike nameyek ji Trump ra nivîsî, nameya xwe da destê zavayê xwe Berat Albayrak û heyeteke mezin jî da dorê û şand Washingtonê.


Li gorî lîsteya dabûn destê wî û tiştê jê ra hatibû gotin gerek Albayrak hin endamên Kongreyê bidîtana û ew bikirana dostên Tirkiyê û ji wan alîkarî bixwesta.

Lê feqîro kiriye nekiriye, nikanîbûye kesî bibîne, kesî rû nedayê û daxwaza wî ya hevdîtinê qebûl nekiriye, tenê ji du senatoran, ji Lindsey Graham û ji Jim Risch wextê girtiye. 

Lê gava Albayrak çûye hevdîtinê qebûl nekiriye di deriyê Senatoyê da ji cîhaza kontrolkirinê derbas bibe, gotiye ez wezîrekî Tirkiyê me, tiştekî wiha ewê ji bo min û ji bo Tirkiyê heqareteke mezin be.

Berpirsiyarên ber derî jî gotine weleh qaîdeyên protokola Wezareta Kar û Barên Derve ev e, bêyî serokên dewlet û hukûmetan û wezîrên karên derve em her kesî saxî dikin.

Lema jî tu wezîrê çi û yê kîjan dewletê bî jî ferq nake, dibê tu ji vê makînê derbas bî. 

Û li ser vê, Albayrak û heyeta pê ra bêyî ku kesî bibînin korpoşman kortika hustuyê xwe xurandinda û berê xwe dane Tirkiyê.

Lê piştî çûne Tirkiyê îcar jî poşman bûne, li hev kom bûne, gotine me çi kir, me çi kir, me xwelîya heft gundan li serê xwe kir, ji dêlî me çê kira, me ji xwe ra xera kir.


Li gorî rojnamevan Mûrad Yetkîn nivîsîye, Erdogan heyeteke AKPê ya nuh çê kiriye, nuha ewê vê heyetê ji bo ”tespîta xisarê û tahmîra wê” bişîne Amerîkayê.

Lê Mûrad Yetkîn pir bêhêvî xuya dike, dibêje di Senatoyê û di Kongreyê da hema hema her kes li dijî Erdogan e, ji ber dijayetiya Erdogan dostekî Tirkiyê nemaye, lobîya cihûyan ya berê dostê Tirkiyê bû, nuha komplê li dijî Tirkiyê dixebite. 

Lema jî Yetkîn pir bêhêvî xuya dike, bawer nake heyeta diçe ewê kanibe dîwarên hedimîne tahmîr bike. 

Li gorî Mûrad Yetkîn Trump bi serê xwe nikane tiştekî bike, çimkî di Kongrê û di Senatoyê da dostên Tirkiyê nemaye.

Bi kurtî efendî pir bêçare û îşê wî jî pir xerab xuya dike, heyetên wî jî tiştekî bi ser avê naxin. 

Heyeta pêşî û ya herî mezin bêyî yek kesî jî bibîne ji ber deriyê Senatoyê korpoşman vegeriya malika xwe. 

Bi îhtîmaleke mezin heyeta diçe jî ewê li Washingtonê pûş bikute û destvala vegere huzûra Erdogan.
Îşê efendî ji zû da qediya ye, êdî kes naxwaze xwe nêz bike. Dawiya her dîktatorî wiha dest pê dike, aqûbeta wî jî ewê ji yên din ne cihê be…
Em nemrin emê bibînin ev îş çawa dikqede…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE