20 april 2019

Ecevît çi bû Îmamoglu jî ew e



Dev ji hêviya ji Ekrem Îmamoglu, mîmamoglu berdin, şerm e, meriv hewqasî jî korfahm nabe. Ji Îmamoglu tu xêr û feydeke cidî nagihîje me. 

Kemalîstên berî wî ji bo kurdan çi kirin ewê jî eynê tiştî bike. dibê em bela sebeb xwe nexapînin.
Ecevît jî yekî nermik bû, lê di antî-kurdbûnê da ji Erbekan, Demirel û Erdogan ne kêmtir bû.


Meriv carnan bikanibe dijminên xwe bera hev bide, yekî têxe ser yekî, yekî bi yekî bide baskokirin, bide seqetkirin baş e, ji neyarên meriv yek hinekî bêhêz bibe li kara meriv e.

Tiştê kurdan di hilbijartinên 31ê adarê da kirin ev e; dijminekî xwe yê çavsor û faşîst ji dijminekî xwe yê din ra avêt erdê û pozê wî hinekî firikand. 

Ev alîkarîya bi dijminê din ra rast bû. Çimkî têkçûna dijminê çavsor û faşîst lazim bû.

Lê CHP û Îmamoglu ji AKPê û ji Erdogan zêde ne baştir in, me ew jî pir ceribandin. Em kemalîzmê baş nas dikin, dev ji ceribandineke din berdin.

XXX

Bi gotinê, bi rica û lavakirinê, bi rexnekirinê tirk baş nabin û dev ji zulma xwe û neyartiya me bernadin. 

Ev sed sal e bi gotinê, bi ricakirinê, bi rexnekirinê mû bi serê zimanê me ve hat, lê tirk misqalekî jî neguherîn û baş nebûn, xerabtir û hovtir bûn. 

Heger em dixwazin koka me neqele û em nebin tirk dibê em bi rast û çepên xwe ve, bi ataîst û dîndarên xwe ve, bi kurmanc, zaza, elewî û êzdiyên xwe ve li hemberî vê dewleta ceberûd û dagirker bibin yek û li riyên azadiyê bigerin, ji bo wê bixebitin.

Ya na bi Xwedê taliya me xerab e. heta çend salên din prianiya me ewê bibe tirk û li dijî kurdbûnê û Kurdistanê derkeve.

XXX
Dijminê me pir zalim e, heta hûn bixwazin bêexlaq e û neyarê me ye. Ev vekirî ye, ne hewce ye em zêde dirêj bikin.

Vî dijminê gelkî hov û bêexlaq tunekirina me kiriye ji xwe ra kiriye armanc, ji bo bigihîje vê armanca xwe her zulmê dike û her bêexlaqiyê mubah dibîne. 

Bi kirinên xwe yên do û îro ev yek îspat kiriye.

Dibê em lihevhatina, hevaltiya bi vî dijminê irqçî, nazîst ra ji bîr bikin; azadîyê, rizgarbûna ji bindestiyê bikin hedefa xwe ya esasî û tim ji bo vê bixebitin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE