16 april 2019

Bêarî her tiştî bi meriv dide kirin


Kesê di hilbijartina 31ê adarê da qezenc nekir, lê dîsa jî mezbata serokatiya belediyê girt bi diya xwe ra zîna bikira ji girtina wê mazbatayê baştir bû.

Heger bi meriv ra ûjdan, exlaq û heysîyet hebe serketineke meriv heq nekiribe qebûl nake.

Di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê da li navçeya Diyarbekrê Baglara namzedê HDPê Zeyyad Ceylan bi rêjeya 70,34 rayan hilbijartin qezenc kir.


Lê Heyeta Bilind ya Hilbijartinan bi bahaneya Zeyyad Ceylan bi Biryara di Hukmê Qanûnê da ji kar hatiye avêtin, mezbata reîsiyê neda Zeyyad Ceylan, da namzedê AKPê Huseyîn Beyoglu.

Û Huseyîn Beyoglu jî ev yek qebûl kir û bi darê zorê û piştgiriya dewletê bû reîsê belediya Baglara.

Lê ne li Baglara tenê, li çend ciyên din jî eynî tişt kirin, belediyên HDPê qezenc kiribûn dan AKPê.

Bi baweriya min kesên hilbijartin qezenc nekirin, lê dîsa jî mezbata serokatiyê girtin, tecawizî diya xwe bikirana tiştekî ji viya bi şereftir bû…

 XXX
Wek tê zanîn do êvarîr dêra Notre Damê ya Parîsê şewitî. Ji ber xelk xwedî zanîn û şiûrekî netewî ye di nava 24 saetan da li dora 3 milyar Euro ji bo resteorasyona wê hatiye topkirin û alîkarî hîn jî berdewam e.

Milet dibêje ji ber ku ev mîareteke me ya kulturî, tarîxî û netewî ye emê ji nuh ve ava bikin, em naxwazin dewlet çê bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE