27 mars 2019

Pere


Mamoste ji Berfîna biçûk pirsî, got:
-Heger sed lîrayê te hebe, tu jê bîst lîrayî bidî Meyrê û sî lîrayî jî bidî Binefşê, ewê çiqas perê te bimîne?
Berdîn got:

-Weleh ez qurişekî xwe jî nadim wan, ma çima ez dîn im perê xwe li xelkê belav bikim?


Guneh
Mamostê dersa dîn li ser xêr û gunehan dipeyivî, piştî gotina xwe qedand ji xwendekaran pirsî:
-Ji bo gunehên meriv efû bibe dibê meriv çi bike?
Piştî bêdengiyeke kin Binefşê got:
-Dibê meriv berê gunehî bike...

Peyivîn
Mamoste ji Şêroyê biçûk pirsî:
-Masî çima napeyivin, qet dengê xwe dernaxin?
Şêro got:
-Ji ber di avê da ne. Tu jî serê xwe têxî nava avê, tu yê jî nikanibî bipeyivî.

Qeletî
Profosorê tibê di sinifê da li ser mejiyê jin û mêran dipeyivî, behsa ferqên nabêna mejiyê jin û mêran dikir. Di axaftina xwe da got:
-Mejiyê mêran di nabêna ji sedî 8-13î da ji mejiyê jinan mezintir e. Û dû ra jî pirsî:
-Li gor we maneya vê biçûkî û mezinahiyê çi ye?
Xwendevneka keç destê xwe bilind kir û got:
-Mamoste, ya muhîm ne mezinahî û biçûkiya, giranî û sivikiya mejî ye, ya muhîm qelîteya mejî ye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE