03 mars 2019

Kes nikane me ji welatê me derxe !


Sêwiyên mahcirên Kafkasan kurdan ji welatê wan diqewitînin, dibêjin kurdên teslîm nebin, kurdên koletiya me qebûl nekin bira herin Kurdistana Îraqê! Li welatê me Kurdistan tuneye, Kurdistan li bakurê Îraqê heye, bira herin wir.

Ecêba giran, serokê dewletekê miletekî ji welatê wî diqewitîne. Ev banga tehcîrê ye, gefa qetlîamê ye...


Ev ne cara pêşî ye dagirkerên Kurdistanê zirtên wiha didin xwe û me ji welatê me diqewitînin.

Îdeologekî irqçîtiya tirkîtiyê Mahmût Esad Bozkûrt jî di wexta xwe da gotibû:

”Tirk tenê efendî û xwediyê vî welatî ne. Yên xalis muxlis ne ji xwîna tirk bin li vî welatî mafekî wan tenê heye, mafê xizmetkariyê, mafê koletiyê. Dost û dijmin û heta çiya jî dibê vê rastiyê wiha bizanibin.”

Ev îdeolojiyeke hemû irşçî û pantukîstên tirk e, hemû xwediyê vê îdeolojiya nazîst in. Hedefa hemû tirkan, kurdan bihelînin û Kurdistanê bikin welatê xwe.

Erdogan jî ev çend car in van gotinên Mahmût Esad Bozkûrt dubare dike, ew jî ji me ra dibêje ya hûnê koletiya me tirkan qebûl bikin ya jî ji vir herin.

Hêzên dagirker bi van fortan dixwazin me bitirsînin, lê ew baş zanin yên ji vî welatî biteqizin herin ne kurd in, ew in, çimkî ew biyanî û em jî xwediyê vê axê û vî welatî ne.


Di nava AKPê da hin kurd hene heger ne derew be ew jî dibêjin Kurdistan, ew jî dibêjin ew ji kurdistanê ne. Gelo ew ji vê gotina Erdogan ra, ”Heger hûn dixwazin li bakurê Îraqê Kurdistan heye, biteqizin herin wir. Li vî welatî Kurdistan tuneye” çi dibêjin?
Heger hûn ne virek in fermo tiştekî ji Erdoganê mahcir û pêsekiniyê tirkan ra bibêjin…

Lê li alî din gotinên wiha pir bêmistewa ne, bi serokê welatekî nakeve, meriv hewqasî jî bêmistewa, bêexlaq, zirzop û devbelaş nabe, meriv miletekî ji welatê wî naqewirîne, ev, zorbatî û sûcekî mezin e.

Lê ev mêrik ev e, malzem e ev e, qalîte di binê sifrê da ye...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE