20 mars 2019

Ji emîrekî Daîşê li ser têkiliyên Tirkiyê û Daîşê îtîrafên gelekî girîng !

Li ser têkiliyên Tirkiyê û Daîşê di malpera Ahwal danivîseke pir girîng heye. Kurtiyeke hevpeyvînê malpera HS Today belavkiriye.

Emîrekî Daîşê bi navê Ebû Mansûr al Megrebî, li ser têkiliyên Tirkiyê û Daîşê agahiyên pir girîng dana.


Ebû Mansûr, li ser Tirkiyê çawa alîkariya Daîşê kiriye, nexweş û binrîndarên Daîşê çawa li Tirkiyê derman kirine, çeteyên ji welatên erb û ji Ewrûpayê di ser Tirkiyê ra û bi organîzeya MITê çawa derbasî Sûriyê bûne û li ser gelek tiştên din agahiyên gelkî girîng û hewqasî jî bi teferûat dane.

Navê nivîsê Ji sefîrê(konsulê) Daîşê yê Tirkiyê îdîayên jê gurûzî digre canê meriv e: 

Ebû Mansûr gotiye, ”Wezîfeya min îdarekirina têkiliyên bi îstîxbarata bi Tirkiyê ra bû.”

Ebû Mansûr dibêje ”di nabêna salaên 2014-15a nêzî 35 hezar mucahîdên biyanî di ser Tirkiyê ra derbasî Sûriyê bûn.”

Ebû Mansûr gotiye, ”Ji bo ku em birîndarên xwe bişînin nexweşxaneyên Tirkiyê me peyman çê kir.

Li pasaportên kesên ji bo tedawiyê dihatin Tirkiyê nedinêrîn, derî bi temamî vekirî bûn. Ambûlans bêyî ku pirsek were kirin kanîbûn ji sînor derbas bibin, herin û werin. Heger me berê xeber bida, em bi rehetî ji sînor derbas dibûn.”

Ebû Mansûr gotiye :
”Wezîfeya min organîzekirina têkiliyên nabêna mucahîdên biyanî yên dihatin Tirkiyê û ajanên ew pêşwazî dikirin. Yên dihatin bi piranî ji Afrîqa bakur bûn. Kesên ji Ewrûpayê hatin li dora 4 hezaran bû. Ji Tunisê 13 hezar, ji Fasê 4 hezar kes hatin. Ji Lîbyayê hindik hatin, çimkî li wir cepheyeke me ya hezar kesî ya cihê hebû. Ev tiştê ez dibêjim tenê heta sala 2015a ye."

Li gorî Ebû Mansûr di roportajê da gotiye armanca Tirkiyê bi alîkariya Daîşê hemû rojavayê Kurdistanê dagir bike:

”Armanca hukûmeta tirk ew bû Daîşê li ser herêmên sînor bigire û bi vê riyê hemû bakurê Sûriyê têke binê kontrola xwe. Ji Kessab heta bi Mûsilê hemû bakurê Sûriyê dixwestin. Di hevdîtinên me da gelek caran  ji nuh ve avakirina Dewleta Osmanî jî hat rojevê, wîzyona Tirkiyê avakirina Dewleta Osmanî bû.

Ebû Mansûr nuha li Bexdayê di hefsê da ye. Anne Speckhard, bi Ebû Mansûr ra  hevpeyvîn kiriye.  Anne Speckhard, di Zanîngeha Georgetown da akademîsyen e û di vî warî da du kitêb nivîsîne û heta nuha bi 600 terorîstên Daşîê ra hevpeyvîn kiriye.

Koray Duzgoren jî di rojnameya ”artigerçek”ê da li ser vê nivîsê rewestiya ye.

Wezîfeya min bi îstîxbarata tirk bû organîzekirina têkiliyan bû.
Peyama kurd jî qala vê nivîsê kiriye 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE