16 mars 2019

Jenosîda Helebçeyê nayê jibîrkirin !


Komkujiya Helebçeyê di dil û hinavê kurdan da birîneke kûr û bêderman e. Emê komkujiya li Helebçeyê bû tu carî ji bîr nekin.

Di 16ê adara 1988a da rejîma Seddamê qatil bi balafirên şer jahrî bi ser bajarê Helebçeyê da barandin û 6 hezar 500 kurd qetil kirin û 15 hezar kes jî jahrdadayî bûn û seqet man.


16ê adara 1988a di tarîxa miletê kurd da rojeke reş e, jenosîdeke mezin e.


Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû çekên kîmyawî li bajarekî  li hemberî xelkê siwîl dihat bikaranîn û nufûsa bajarekî ji ortê radikir, bi hezaran însan dihatin kuştin.




31 sal di ser jenosîda Helebçeyê ra derbas bûye lê rojava û başûrê Kurdistanê li hemberî kurdan komkujî hîn jî berdewam in. 

Daîş, qatilên îslamî û Tirkiye bi hev ra li hemberî kurdan şerekî tunekirinê dimeşînin. 


Ji ber teror û êrîşên qatilên Daîşê, çeteyên îslamî û Tirkiyê li başûr û rojavayê Kurdistanê, li Şengalê bi hezaran kurd ji cî û warên xwe, ji gund û bajarên xwe koçber bûne û di çadiran da di halekî pir xerab da dijîn. 


Efrîn di bin dagirkeriyê da ye û gelê lê maye her roj tê terorîzekirin, însan tên kuştin û malê xelkê siwîl ji alî çeteyên Tirkiyê ve tê talankirin.



Bi kurtî li her çar perçên Kurdistanê jî rewşa kurdan pir xerab e û di bin gefa tunebûnê da ne. Tirkiye her roj kurdên binxetê bi dagirkirinê û nefîyê tehdît dike. 


Li başûr Kerkûk, Şengal û gelek bajar û deverên din di bin dagikeriya hêzên Îraqê da ne. 


Bi kurtî heta em kurd nebin xwedî dewleteke netewî emê tu carî ji vê zulmê û ji komkujiyên wek yên Helebçeyê xelas nebin…


Di 31 saliya jenosîda Helebçeyê da hemû şehîdên Helebçeyê bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE