22 mars 2019

Ehmeqiyên dijminên me feydeyê digihînin me


Rastiyek heye dibê em qebûl bikin, hêza me tenê têrê nake em zora çar dewletên welatê me dagir kirine bibin. 

Dar pir qalind bûye û destên me lê nayê hev. Em çi fedekariyê, çi qehremaniyê bikin jî têrê nake, ew pir in, em hindik in. Di warê eskerî, aborî, teknîk da ew xurt in, em zeîf in.

Lema jî em nikanin bi wan.


Em zora yekî dibin, sê hebên din tên hawara wî û em têk diçin. Yanî em bi tena serê xwe, bi hêza xwe nikanin zora van zebelihan bibin. Ev eşkere ye.
Lê ehmeqiyên dijminên me carnan bi kêrî me tê, bi xêra van ehmeqiyên wan em hinekî bîna xwe digrin û carnan jî zora wan dibin.

Lema jî dibê hin dewletên xurt alîkariya me bikin. Îro halîhazir dewleta kanibe alîkariya me bike Amerîkaye, bêyî Amerîkayê tu dewleteke din ne diwêre li hemberî van herçar dewletên dagirker derkvin û ne jî hêza wan têrê dike.

Ya Amerîkayê hêza wê têrê dike û him him berjewndiyên wê di alîkariya me da heye.

Lema jî heger partiyên kurd yên başûr û rojavayê Kurdistanê li hemberî Amerîkayê siyaseteke jîr û bi aqil bimeşînin, ne sedîsed be jî lê bi îhtîmaleke mezin Amerîka ewê dev ji piştgiriya me bernede.

Çimkî Tirkiye jî di nav da, Îran, Îraq û Sûriye ne mitefikê ji Amerîkayê gelkî dûr ketine, ji mitefik bêtir, li herêmê raqibên Amerîkayê ne. Ji ber wê jî li herêmê hêza herî nêzî Amerîkayê kurd in.

Li herêmê kurd motajî alîkariya Amerîkayê ne û Amerîka jî motajî mitefîkiya kurda ye.

Ji bo serketina me tiştekî din jî karê me hêsan dike; ew jî ”ehmeqiyên” neyarên me ne. 

Dijminên me çiqasî ehmeqiyê bikin, bibin dijminên Amerîkayê, ji Ewrûpayê dûr kevin ji me ra kar e.

Ne ehmeqiya Seddam bûya kurd nedibûn xwediyê vê statuya nuha. Erê kurdan bedelekî pir mezin dan, ev rast e, lê ne ew ehmeqiyên Seddam bûna ew nediket û kurd nedibûn xwedî desthilat.

Eynî tişt li Sûriyê jî dubare dibe, ehmeqiyên Beşar Esed bû sebebê şerê hundur û avabûna kantonên kurdî.

Nuha li Sûriyê jî wek Îraqê kurd ewê bi rengekî bibin xwedî statuyeke siyasî. Ne ew ehmeqiyên Esed bûna rewşa îro ji bo kurdan peyda nedibû û Amerîka nedibû mitefikê kurdan û ew û Tirkiye nediketin gewriya hev.

Heger Erdogan nekeve û demeke dirêj li ser hukim bimîne, tiştên li Îraqê û li Sûriyê qewimîn ewê li Tirkiyê jî bibe. 

Erê kurd îro li Tirkiyê û li Kurdistanê zulmeke mezin dibînin, bedelekî pir mezin didin.

Tirkiye êrîşî başûr û rojava dike, li vir û li wir xwîna kurdan diherikîne, lê dawiya vê êrîşkariyê û vê "ehmeqiyê", vê siyaseta panturkîst, antî-kurd ya aqûbeta Seddam e ya jî ya Esed e. 

Li Tirkiyê ji bo tirkan jî rewş roj bi roj xerabtir dibe, bêkarî, feqîrê, zulm roj bi roj zêde dibe. Ev yek wiha dom nake, ewê biteqe.

Lema jî ez dibêjim ehmeqiyên dijminên me bi kêrî me tê, ne ev ehmeqiyên wan bin em nikanin bi wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE