25 mars 2019

Dîsa civîneke "serkeftî û cidî" çêkirine (!)



Di ser hilbijartina 30 îlona 2018a ra şeş meh derbas bûn, lê li başûrê Kurdistanê hîn tu hukûmet, mukûmet çê nebûye. Civîn û leleqleqên vala berdewam in.

Nûnerên PDKê û YNKê do(24/3) dîsa civiyane û dîsa gotine wan civîneke ”cidî û berhemdar” kiriye. 


Ev şeş meh in civînê li ser civînê çê dikin û beyanên wiha didin, lê netîce vala ye, dawiya bazara li ser kursiyan nayê.

Keriyên gur û keftaran dora wan girtiye, lê ew wexta xwe bi birr û bazarên biçûk derbas dikin û bi vê yekê jî him gelê xwe û him jî dost û mitefikên xwe hêvîşikestî dikin.

Bi rastî şerm e, dibê dawî li vê tiyatroyê were. Ev ne tu hawe ye. Dinya alem bi me dikene.

Dibê gel bi riyeke demokratîk, bi meş û çalakiyan vê rewşê protesto bike. Ronakbîr û rîspiyên kurd gerek van partiyan rexne bikin û zextê bidin ser wan. 

Di meclîsê da kursiyek kêm zêde dibê pir ne muhîm e, dirêkirina vê rewşê ne xweş e, milet bêhêvî dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE