27 mars 2019

Dibê meriv navê tiştan rast lêke



Hin tişt hene dibê meriv vekirî bibêje. Kurdê hîn jî bi AKPê ra be, hîn jî parlamenterê AKPê be û hîn jî bibe namzetê Bahçelî û Erdogan yê belediyan êdî sedîsed xwe ji kurdayetiyê şuştiye û sedîsed bûye merivê dewletê. 


Mezhebê kurdên bakurê Kurdistanê hinekî fireh e, her tiştî qebûl dikin, naxwazin navê tiştan rast hildin, lê Kurdên başûr ji kesên wiha ra digotin cahş.

Ha mimkûn e rojekê gava kurd azad bûn hinek ji cahşan vegerin. Ev mimkûn e. Li başûr jî wer bû. 

Lê heta ev rejîm li ser hukim be û kurd bindest bin cahşên me ewê tu carî dev ji xulamtiya dijmin bernedin.

Me û dijminê xwe hevûdu baş nas kiriye, êdî kes nikane bibêje weleh min nizanîbû filankes û filan partî hewqasî neyarê me ye. Dost jî, dijmin jî êdî baş eşkere bûne. Kesê hîn jî bibe heval û namzdên neyarên kurdan êdî ne ji me, ji wan in.

XXX
Kalekî kurd li Esenyûrda Stenbolê ji rojnamevanê li ser hilbijartinan pirsa jê dike ra dibêje:
-Butçeya Tirkiyê sê beş in.
1-Beşek ya Tayyip e.
2-Beşek ya diyanetê ye.
3-Beşek jî ji bo kuştina kurda ye.
Camêr rast gotiye. Gotina rast xweş e.

XXX
Hin kurdên pir biaqil û pir jîr hene, lê belê hin tiştên şaş dikin û diparêzin. Diyar e her merivê biaqil karê biaqil nake.
Qet nepirsin ez navên wan nabêjim.

Ez ji hin fikir û siyaseta wan hez nakim lê ji wan pir hez dikim.

Min ji bîr kir bibêjim, bi qelema xwe jî, bi kelama xwe jî jêhatî û xweşkelam in. Hin caran tiştên ne bi dilê min dibêjin, lê dîsa jî kêfa min ji gotinên wan ra tê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE