17 mars 2019

Dibê em hewqasî jî ne bêmejî bin !


Hela hûn werin vê sosireta giran, serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu, jenosîda Helebçeyê bibîr anîye û hin kurd jî bi vê ”dilşewatî û dostiya” Ahmet Davutoglu, pir kêfxweş bûne û ev twîtta Davutoglu di malperên xwe da kirine xeber û ji vî neyarê qewmê kurdan ra li çepikan xistine.
 
Heyf ! 


Meriv nizane bikene, nizane bigrî ? 

Heger di nava me da hîn jî kesên ji gotinên A.Davutoglu bawer dikin hebin wê demê em pir xêv û bêhiş in. 

Belavkirina vê gotina Davutoglu şerm û skandaleke mezin e. Di nabêna Davutoglu û Erdogan da bi qasî serê derziyê jî ferq tuneye.

Lê esas di nabêna wan û Seddam da jî tu ferq tuneye. 

Tiştê Seddam li Helebçeyê û li hemberî kurdan kir, Davutoglu û dewleta wî jî li Şirnexê, li Sûrê, li Cizîrê û li Nisêbînê kir û herî kêm 10 hezar kurd kuştin û hîn jî dikin.

Ahmet Davutoglu heta do şêwirmendê Erdogan bû, wezîrê karên derve û dû ra jî serokwezîrê Tirkiyê bû û di dereca yekê da berpirsiyarê wêrankirina bajarên me ye. Bi fermana Davutoglu bi hezaran kurd hatine kuştin.

Gotinên Davutoglu wek hêsirên çavên tîmsahê ye, dibê meriv bi vî çavî lê binêre û henekê xwe pê bike.

Cidîgirtina gotinên Davutoglu şermeke mezin e. Davutoglu serokwezîrê welatekî dagirker e, tu ferqa wî û Seddam tuneye.

Piştî twîtta Davutoglu, serokkomar Erdogan jî bi twîttekê jenosîda Helebçeyê bibîraniye û xemgîniya xwe aniye zimên...(!)

Twîtta Davutoglu saet di 10.11a da ye. Erdogan jî saet di 20.46a da twîtta xwe ya li ser Helebçeyê belav kiriye.

Hilbijartinên mehelî nêzik dibe, herdu serî jî bawer dikin di nava kurdan da hîn kesên werin xapandin hene. Lema hîn jî diwêrin bi vî rengî henekên xwe bi me bikin.

Dagerkerên welatê me bi kuştina me xemgîn bûne (!)

Gotina min ya dawî: kurdê Davutoglu û Erdogan ji Seddam baştir bibîne ya dîn e, ya bêhiş e, ya jî bi dev dost e lê belê bi dil hevalê dijmin e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE