30 mars 2019

Civata tirk deprasyonê derbas dike


Hivde salên îktîdara AKPê û hêzên îslamî-faşîst psîkolojiya tirk û kurdan xera kiriye, gîhandiye asteke pir xerab û metirsîdar. 

Li gorî psîkolog û psîkiyatran civaka tirk bi temamî di depresyonê da ye. Helbet rewşa kurdan li gorî kurdan gelkî xerabtir e. Çimkî delwlet 24 saetan wer li dû kurda ye.


Psîkolojiya civaka Tirkiyê di her warî da bi îstatîstîkan têk diçe, civat nexweş e. Di sala 2018a da li dora 15 milyon kes ji ber nexweşiyên rûhî, psîkolojîk çûne ser tuxtoran. Ji bo welatekî ev felaketeke mezin e.

Li Tirkiyê bikaranîna dermanên derûnî(rûhî, psîkolojîk) û depresyonê di nava 5 salên dawî da ji sedî 30 zêde bûye.

Di warê xwe şad û bextewar nedîtinê da Tirkiye di nava 145 welatan da di rêza 4a da ye. Pispor dibêjin civak di depresyoneke mezin da ye.

Psîkîyater Dr. Ayhan Akcan ji Rûdawê ra gotiye:
“Tiştê teqez(qethî) civak di depresyonê da ye. Him rêjeya dermanên tên bikaranîn, him jî îstatîstîkên wezarêtê nîşanên vê yekê ne. Nebaşiya aboriyê, mandîkirina bajaran, zimanê siyasetmedaran, trafîk û çend sedemên din mesûlê vê yekê ne. Baweriya kesî bi kesî nemaye, herkes tije hêrs e. Civak di asteke metirsîdar da ye, hêrs û şîdet berebelav dibe.  Ji du kesan kesek nexweşê psîkolojîk e...."

Di sala 2018a da 440 jin hatine kuştin. 

Şîddet li kuçe û kolanan û di nava malan da bûye tiştekî ji rêzê. Rûyê kesî nakene. Herkes bînteng, tije, bêtehamul û mirûztahl e.

 Psîkiyater Prof. Dr. Sefer Saygilî jî gotiye:
“Rewş qet ne xweşbîn e. Rêjeya sûcdariyê zêde bûye. Tahamula xelkê li hemberî hev nemaye. Ji hev bawerkirin nemaye. Girtîgeh heta ber dev tije ne. Cûdahiyên kulturî, olî, netewî û bi dehan cûdahiyên din rewşê dişibîne porê dînan. Hemû welatî weke mayînên metirsîdar û xeter li ortê ne. Pê ra jî rewşeke me ya reşbîn heye.”

Hivde salên îktîdara AKPê û Erdogan civata tirk tarûmar kir, ji hev da xist, feqîrî, bêkarî û bêhîvîtiya ji pêşerojê zêde bû.

Bi vê ra zulm, tirs û terora dewlet li hemberî her kesê muxalifê îktîdarê dimeşîne rewş xerabtir kir, bû sebebê psîkolojiya însanan xera bibe û herkes têkeve deprasyonê. Û heta ev îktîdara îslamî-faşîst li ser hukim be ev rewş roj bi roj ewê xerabtir bibe.

Sebebê vê rewşa Tirkiyê neyartiya kurda ye, rejîma îslamî-faşîst ji bo ku tevgera kurd ya netewî tasfîye bike, ji bo ku kurdan teslîm bigre her zulmê û bêqanûniyê mubah dibîne. Vê yekê destpêkê kêfa tirkan anî,  di dawiyê da serî gihîşt wan jî, êdî ew jî bûn şirkî kurdan.

Lê ev rewş wiha dom nake, rojekê civatê biteqe, kînga û çawa ji nuha da texmînkirin zor e, lê ewê biteqe û dîktator û şirîk û sûcdarên wî jî ewê di bin da bimînin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE