19 mars 2019

Çima di nav tirkan da merivên xerab hewqaî pir in?


Helbet ne rast e meriv miletekî bi tevayî reş û xerab bike, hindik bin jî di nava miletekî da îsanên baş jî hene û yên xerab jî. Wek terorî ev rast e.

Lê ez dikim nakim, di nava siyasetmedarên tirk da çavê min bi merivekî baş, paqij, rastgo, ne pantirkîst, ne li dijî kurdan nakve, siyasetmedarekî bi rastî baş, paqij nabînim.


Li Tirkiyê di 31ê adarê da hilbijartinên mehelî û yên belediyan hene.

Ez bala xwe didim siyasetmedarên îktîdarê û yên muxalif û axaftinên wan, yek ji yekî xerabtir e.

Bawer bikin di nava hemû namzetên partiyên tirk da yek kesê/kesa bi rastî însan, demokrat, ne dijminê kurdan û hêjayî raya meriv e tuneye.

Lema jî ez dibêjim tu sebeb tuneye meriv raya xwe bide tirkan û partiyên tirk, yek hinekî kêm, yek hinekî zêde lê belê hemû jî neyarên me ne û dixwazin me tune bikin.

Hemû jî dixwazin em heta û heta bêmaf û bindist bimînin û bi bibin tirk.

Ez HDPê û namzedên serbixwe li derî partiyên tirk dihêlim. Kî raya dide wan, kî nade wan bi kêfa xwe ye.

Ji bo min ya muhîm dibê kurd rayên xwe edin partiyên tirk AKPê, CHPê, MHPê, IPê û yên ez navên wan nizanim. 

Hebûna van partiyan hemûyan jî li Kurdistanê ne meşrû ye, hemû jî partiyên tirkan in û wek partiyên tirk dixwazin li ser navê dewleta xwe û wek dezgehên dagirkeran me îdare bikin. 

Lema jî dibê meriv rayekê jî nede van partiyan.Namzedên wan ewliya bin jî dibê meriv raya xwe nede nûnerên dagikerên welatê xwe..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE