28 mars 2019

Benîştê dînan ji lîtirê ye


Benîştê dînan ji lîtirê ye û rahîştina kevirê mezin jî elameta neavêtinê ye.

Ji gotinên mezin bêtir dibê meriv karê mezin bike. Ya muhîm ne gotin e, kar e, kirin e.

Gava yekî ji bo gelê xwe karek kir, bi ya te şaş be jî biçûk nebîne, fikrê xwe bibêje, rexne bike lê reş neke. Car heye dû ra meriv şaş derdilkeve.


Îro li Kurdistanê hin kurdên bi xîret baş xerab, rast çewt li hemberî dijmin rabûne û dibêjin em kurd in û em hene. Ji dewletê ra dibêjinm serê xwe ji we ra, ji hevkar û ji cahşên we ra natewînin.

Siyaseta van kes, hêz û partiyan ne bi dilê me jî lê ew ne dijminênê me ne, ew kurd in û hêzên netewî ne.

Ya muhîm meriv ne haval û şirîkê dijmin be, siyasetên cuda dibê meriv normal bibîne.

XXX
Li gorî malpera ”Sputnik”ê nivîsîye serokerkanê Amerîkayê(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) Joseph Dunford gotiye, ”ewê perwerdeya hêzên kurd li Sûriyê bidomînin. Ji bo em micadeleya xwe heta dawiyê li hemberî Daîşê bidomînin dibê şirîkatiya me ya bi HSDê ra berdewam be. Piştî biryara serok Trump ya li ser mayina hêzeke biçûk ya leşkerên amerîkî li Sûriyê, li gel perwerdekirina hevkarên xwe yên kurd, em li ser çarçeweyeke wan ji gefan û ji êrîşan biparêzin jî dixebitin.”

Ev beyana Joseph Dunford nîşan dide Amerîka di demek nêz da ji Sûriyê dernakeve û ewê him piştgiriya xwe ya bi HSDê(YPGê, YPJê)ra bidomîne û him jî wan ji êrîşên Tirkiyê û rejîma Esed biparêze.

Heger kurd şaşiyek mezin nekin û Amerîkayê nekin dijminê xwe kurd ewê azad bibin û Kurdistanê jî çê bibe.

XXX
Karê mele bangdan e, karê tirkan û mezin û serokên wan jî neyartiya kurdan. 

Neyartiya kurdan bi tirkan ra bûye nexweşiyeke irsî, kêm, zêde hema, hema bi her tirkî, tirkê ra ev nexweşî heye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE