26 februari 2019

Tirkiye çi bike jî Kurdistan ewê çê be


Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye tirk bênabên dixebitin ji bo ku Kurdistan çê nebe û perçê di bin destê xwe da jî li xwe bihelînin û me jî bikin tirk.

Di vî warî da gelek serketin bi dest xistine, heta nuha ji me gelek kes kirin tirk û demografiya Kurdisgtanê jî bi rengekî pir cidî guhertin.


Lê vê hedefa wan ya irqçî û faşîst di bedena wan da jî gelek gelş û nexweşiyên giran û mezin peyda kirin.
 Û Kurdistan jî ewê çê be, tirk çi bikin jî li rojava jî ewê çê be...

Îro Tirkiye welatekî paşdamayî, xwedî gelşên mezin û birçî ye. Li dinyayê îtîbara Tirkiyê û tirkan di binê sifirê da ye, her kes hefza xwe ji tirkan dike. 

Tirkiye bûye welatê mafîa tîcareta însanan, welatên Ewrûpa ji bo ku rê li ber mafîa tirk bigrin çarhawêlî xwe dîwaran lê dikin.

Tirkan zirarên pir mezin dane me, bi milyonan kurd kirin tirk, lê dîsa jî ewê bi ser nekevin, emê welatê xwe rizgar bikin, Kurdistan ewê çê bibe.

Tirk xwe bidirînin jî li rojava kurd ewê bibin xwedî statuyeke netewî, siyasî.

Ji bo ku kurd li rojava nebin xwedî statu(otonomî ya jî federasyon)tirk pir dikin qîewîj, gelek dek û dolaban digerînin. Lê ew çi bikin jî kurd ewê azad bibin û Tirkiye jî ewê vî loqê bi sitrî daqultînin, ewê wan nas bikin.

Tirkiyê li başûr jî destpêkê pir fort û zit da xwe û got emê nehêlin Kurdistan çê bibe. Lê Kurdistan çê bû û ew jî wek berxikan çûn ber nigê kurdan û li ber ala kurdî bi hev ra civîn çê kirin û peyman îmze kirin.

Nuha li rojava jî ewê eynî tişt bibe, li rojava jî tirkê Kurdistanê qebûl bikin û ewê bi kurdan ra rûnin. Pir çû, hindik ma, emê wê rojê jî bibînin...

Îro dibe ya jî sibe dibe, lê li rojava jî Kurdistanê çêbe û Tirkiye jî ewê bi cîranê wê be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE