28 februari 2019

Koleyên ji koletiya xwe razî !



Erdogan do li Anqerê bi çend ”rîsipiyên kurd” ra (!) civiya û ji wan xwest him di hilbijartinan da rayê bidin partiya wî û him jî di şerê wî yê li dijî kurdan da piştgiriya wî bikin. Hemû bi hev ra nehêlin li tu dereke Kurdistanê kurd azad bibin, bibin xwedî welat û desthilat.


Naveroka beşê axaftina Erdogan ya li ser kurdan bi kurdî ev bû, yanî wî ji "rîsipiyên kurd" ra (!) qala şerê xwe û Tirkiyê yê li dijî kurdan kiriye.

Û bi qasî ku em di medyayê da dixwînin ”rîsipîyên kurd” yanî kesên, axa û meleyên çûbûn Anqerê ji civîna Erdogan pir memnûn û dilşa vegeriyane.

Erdogan di axaftina xwe da gelkî pesnê şerê xwe yê li hemberî kurdan daye, wî li Îraqê û li sûriyê li dijî kurdan çi kiriye yek bi yek li pey hev rêz kirine, mesele gotiye:

”Me li Îraqê lîstika dihat lîstin dît û me giraniya xwe danî ser û me ew lîstik xera kir.
Me li Sûriyê lîstika dihat lîstin dît û em daketin sahê û me rewş guhert.”

Û  ”rîsipiyên kurd” (!) jî ji van gotinên Erdogan pir kêfxweş bûne û pir memnûn vegeriyane malên xwe.

Gotineke gelek xweş heye, dibêjin ”Dijminê azadiyê yê herî mezin koleyê ji halê xwe razî ye.”

XXX
Dema li başûr pîşmerge li hemberî çete û qatilên Daşîê bi ser diketin û ew êsîr digirtin kêfa min dihat û min digot he rbijî!

Îro gava gerîlayên YPG û YPJê qatilên îslamî êsîr digrin dîsa kêfa min tê û dibêjim her bijî!
Lê hin kurd hene pê kêfxweş nabin. Ev şerm e, serketina kurdan, kî dibe bira bibe dibê me kêfxweş bike. Pêşmerge ya garîlla dibê ferq neke, herdu jî em in. 

XXX
-Ji bo pûçkirinê û redkirinê nexwîne!
Ji bo bawerkirinê û qebûlkirina her tiştî jî nexwîne!
Ji bo axaftinê û nutuqkişandinê jî nexwîne!
Ji bo wezinandinê, pîvanê û fikirandinê bixwîne!
///Francis Bacon


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE