10 februari 2019

Hûn jî zanin ziman çû em dibin tirk


Heger ne Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û çend şair û nivîskarên me yên kilasîk bûna… 

Heger ne zargotin û çend sitran û dîlokên me yên devkî bûna, yanî heger ne zimanê me bûya, nuha em ji zû da heliya bûn û bûbûn tirk. 

Yê em kurd hîştine û nehîştiye em bihelin zimanê  me ye.

 

Heger em bi zarokên xwe ra û bi hev ra bi kurdî nepeyivin.


Heger em bi kurdî nenivîsin, bawer bikin taliya me tirk bûne e, emê di nava kultura tirk da bihelin û bibn tirk.

Helbet ev hewildana me ewê hemû kurdan ji helandinê xelas neke, lê ji tunebûnê baştir e. Qemekê em bi xwe jî nabin alîkarê asîmîlasyonê. 

Her kes zane axaftin û nivîsîna bi tirkî zirarê dide me û xizmetê ji kultur, edebiyat, ziman û hebûna me ra xizmetê nake. 

Roja em vî zimanî ji dest bidin wek gelek qewmên din emê jî bibin tirk. Ji ber tirk viya zanin zimanê me serbest nakin. Qebûl nakin zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibin.

Çimkî zanin ancax bi asîmîlasyonê kanin me ji ortê rakin û bikin tirk. Em bi zimanê xwe ji tirkan cihê ne. Heta em bi kurdî bipeyivin, binivîsin kurd ewê hebin. Lê roja em dev ji zimanê xwe berdin û zimanê me bibe tirkî, wê demê em jî tirk in, tikên bi eslê xwe kurd bûne.

Gelî birayên ezîz, ka werin dev ji twît miwîtên tirkî berdin û bi zimanê xwe binivîsin, zimanê xwe fêr bibin û pêş da bibin. 

Nêta we çi dibe bira bibe, bi Xwedê bi tirkîya xwe hûn tenê zirarê didin gelê xwe, hûn xizmetê ji asîmîlebûna gelê xwe ra dikin. 

Dibê em jî wek kurdên rojhilat û başûr siyasetê, edebiyatê, rojnamevaniyê, nivîskariyê, sinet û hunera xwe, muzîkê yanî her tiştê xwe bi kurdî bikin, nivîsîna bi tirkî di dema dirêj da zirareke mezin e, malwêranî ye û tiştê dewlet dixwaze jî ev e.

Dibê em di nava gelê xwe da siyasetê tu carî bi tirkî nekin, gelê xwe nehewisînin tirkî, kesên kurdînezan nekin serok û berpirsiyarên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE