26 februari 2019

Erdogan ji kurdan ra dibêje herin Îraqê


Serokê tirkan yê îslamî birêz Recep Tayyip Erdogan îro dîsa bela xwe di Kurdistanê daye û gotiye:
 ”Ma li welatê me herêmeke bi navê Kurdistanê heye? Vana heger hewqasî meraqdarên Kurdistanê ne, Kurdistan li Îraqê ye, bira herin wir...”

Yanî mêrik kurdan ji welatê wan diqewitîne, edresa Îraqê nîşanî wan dide.

Lê dîsa jî baş e camêr wa ye hebûna Kurdistanê ji kok da înkar nekiriye, li Îraqê hebûna wê qebûl kiriye.

Berê li Îraqê jî Kurdistan qebûl nedikir, digot welatekî, coxrafiyeke bi navê Kurdistanê tuneye.

Lê wa ye dev ji înkara xwe ya berê berdaye û hebûna Kurdistanê qebûl kiriye. Ew jî pêşketineke ne hindik e.

Tirk wiha ne, tu tiştî bi rehetî qebûl nakin, tu mafî bi rehetî nadin, dibê kotek bibin, werin nermkirin, dû ra pir kibar dibin û qebûl dikin.

Va ye li Îraqê hebûna Kurdistanê qebûl kir, sibe dora Sûriyê ye, hûn guh nedin zirtên kolanan, li wir jî ewê qebûl bikin.

Dû ra jî ewê dor were wan, yanî bi texsîdan qebûl dikin. Tirk miletekî mislis û ji deynê xwe ra ne saxlem e, fêrî texsîdan bûne.

Lê tişt neba, bîna me fire ye, îro nebe bira sibe be. Hêdî hêdî, hûnê Kurdistanên din jî qebûl bikin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE