09 januari 2019

Tu kes xiyanetê efû nake


Li ser îxanetê gotinke Hecî Bektaşî Welî ya pir xweş heye, gotiye, "xeyret bike, gazî bike, heyret bike, efû bike, tobe bike, lê belê nebî nebî(zînhar) îxanetê neke !"

Îxanet îxanet e, çi biçûk, çi mezin qet ferq nake, hemû îxanet, yên biçûk jî û yên mezin jî pîs in û dibê meriv efû neke.

Tirkan gelek kurdên rojava bi buhayekî pir erzan kirine xulamên xwe û xayinên qewmê xwe.
 
Ev kesên ji Kobanê, ji Efrînê û ji hin bajarên din ên rojavayê Kurdistanê di TRTê da bêyî ku şerm bikin dagikeriya Tirkiyê diparêzin, pesnê Erdogan didin û dixwazin Tirkiye wan ji destê PYDê xelas bike.

Wê rojê tirkekî gotibû Ataturk serokeşîrên di Serîhildana Şêx Seîd da bûbûn hevalên dewletê jî sirgûn kiribûn û ji bo wan gotibû, ”ma meriv îxanetê bi qewmê xwe ra dike?”

Yanî îxaneta wan jî ew ji sirgûnê û heqaretê xelas nekir. Lema jî ya baştir ew e meriv bi şerefa xwe bijî. Lê hin kes ji vê tarîxa me ya nêz dersê nagre û dîsa jî dibin zilamên Tirkyê û neyarên qewmê xwe.

Evên ku îro di TRTê da bi ji bo çend qurişên rezîl destegê didin êrîşkarî û dagirkeriya Tirkiyê, piştî demekê Erdogan jî ewê wek Ataturk ji wan wan ra bibêje ”kesên bi qewmê re xiyanetê bike ji me ra jî nabin” û teskereya wan tije bike.

Tu zor û zahmetî, tu gef û hovîtî nikane evîna Kurdistanê ji dilê tê kurd derxe û kurdan ji ser riya azadî û serxwebûnê vegerîne.

Tarîx şahidê vê ye. Kurd ev 150 sal in bi kevir û kuçikan li hemberî hûtan û jeriyên keftar û guran şer dikin û hebûna xwe diparêzin.

Yê pişta me şikandiya ji gef û êrîşên dijminan bêtir, bêtifaqiya me ye, nezanî û korfahmîya hin siyasetmedar û rêberên kurdan e. 

Hin kes bûne serok û berpisên partiyên xwedî hêz, lê bi siyaseta xwe, bi kirin û beyanên xwe nîşan didin ew ne layiqî wê derê ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE