16 januari 2019

Tirkan hiş berdaye


Ev çend roj in hemû medyaya tirk, biçûk, mezin hemû, manşetên hemû rojnameyan li ser kurdan e.

Hukûmet, wezîr, serokên partiyan her kes tenê qala beyana #Trump, rojava û #PYDê û #kurdan dike.

Tirk bûne parayonakê, şîzofrenên kurdan û Kurdistanê. Tirsa çêbûna Kurdistanê aqilê tirkan çelqandiye... 


Îdeolojiyên irqçî û serok û siyasetmedarên faşîst miletan nexweş dikin, dikin paranoyak.

Hîtler şexsek bû çi felaket anî serê miletê alman, serokên tirkan jî îro eynî şaşiyê dubare dikin.

Tiştê serok û siyasetmedarên tirk dikin ne elameta xêrê ye,netîceya wê felaket e. 

Ev kîn û nefreta li hemberî kurdan ne karê merivên bi aqil û bi sihet e, ji paranoyayê jî wêdatir e.

XXX
Li Minbicê li nêzî aşxaneyê teqînek mezin çê bû. Li gorî xeberên medyaya kurdî di teqînê da jê 4 leşkerên amerîkî, 16 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar in.

Patronê li pişt perdê emir da. Ji bo ku Amerîka leşkerên xwe zû vekişîne patronê mezin yê çeteyên îslamî dixwaze bi van metodan zextê bide ser Amerîkayê.

Sûcê Amerîka û koalîsyona navnetewî ye, heta Tirkiyê mesûl negrin, heta nebêjin Daîş maşîş hemû tu ye, ne Daîş diqede û ne jî dawî li bûyerên wiha tê.

Dibê Amerîka dev ji şerê kelmêşan berde, avzêmê, gerekê, dera kîlmêş jê çê dibin û lê dijîn hişk bikin. Ew jî Tirkye ye. Heta viya nekin Daîş û terorên wiha naqede.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE