20 januari 2019

Kî çi mal e derket ortê


Kî çi mal e, çi cewher e, tê kirîn ya jî nayê kirîn, dibe xulamê dijmin ya jî nabe di rojên xerab, rojên reş û giran da xuya dibe.

Di van çend salên dawî da li bakur, li başûr û li rojavayê Kurdistanê bi hezaran merivên qelp û kurmî, cahş û xayinên biçûk û mezin eşkere bûn. Meriv kane bibêje baş û xerab, bi namûs û bênamûs, canfîda û xayin têra xwe ji hev geriyan.


Yê kane welatê xwe bifroşe, yê kane dagerkiriya welatê xwe biparêze, yê kane bibe xulam û mêrkujê dijmin yek bi yek derketin ortê

Bi vê rewşê meriv biêşe jî, pê biqehere jî naskirina xeraban baş e…

XXX
Pûlperestî, timakarî û meraqa kursiyê meriv durû dike. Hin kes ji bo ku kursiyekê bi dest xin hezar û yek demagojiyê û hokabaziyê dikin. 

Heyf, bi destê xwe, ji bo kursiyeke basît ked û xebata xwe ya salan, îtîbar, qedir û qîmeta xwe ya ji kursiyê gelkî muhîmtir pûç dikin.

Siyaseta kurdan ya halîhazir ji îdealeke pak û ji kurdayetiyê bêtir, bûye berjewendî û kursî. Kurdayetî jî bûye maske û boyaxa berjewendiyên şexî...

XXX
Kamiliya, zanîna, nefsbiçûkiya herî mezin meriv hay ji nezaniya xwe hebe û xwe li tiştê nizane ranekişîne, xwe wek pisporê tiştê nizane nîşan nede. 

Meriv îmleya kurdî nizanibe, lê dîsa jî wek mamostê zimên bipeyive, ne xweş e.

Ev yek ji bo her tiştî derbas dibe, tiştê meriv nizane, dibê meriv xwe tê dernexe. 

Kes nede ruyê meriv jî xelk nezaniya meriv dibîne. Ya baş û rast dibê meriv ebeden qala tiştê nizane neke. 

Nezanî ne şerm e, lê hay ji nezaniya xwe nebûn kêmasiyeke mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE