29 januari 2019

Kerê zîtokî û siyaseta HDPê


Gundiyekî feqîr hebû. Tenê kerek û mangeyeke(çêlekek) wî hebû. Kerê wî kerekî henşerî û zîtokî bû, di êxur da tim bi qerta diçû mangê û manga reben  zîtik dikir. 

Mêrik kir nekir, nikanîbû bela ker ji mangê veke. Rojekê destê xwe li ber Xwedê vegirt û dua kir, got:

-Xwedêo tu ruhê vî kerê henşerî û zîtokî bîstînî û mangê ji zilma wî xelas bikî. Ev zalim bela xwe ji mangê venake.

Roja din serê sibê gava mêrik çû deriyê êxur vekir, bavo çi bibîne, ker sax e, mange miriye.

Rebeno di ciyê xwe da tevizî, bi hêrs û bi dilşewatî berê xwe bi asîmanan da kir û bi qîrîn got:

-Weleh ez nizanim ji te ra çi bibêjim looo ! Ma min ji te ra got ruhê mangê bistîne? Tu bûyî Xwedê lê tu hîn jî ker û mangê ji hev nagerînî…

Em dibêjin nabêjin gelê me kurdên bi rastî kurd û kurdistanî ne û kurdên dixwazin kurdan ji kurdbûnê dûr xin û di nava tirkan da bihelînin, bikin tirk ji hev nagerînin.

Em dikin nakin, em nikanin HDPê bi kurdan bidin naskirin. HDP ne dîwarekî saxlem e, ne partiyek û kurd dû kurdistanî ye. 

Çawa ku ji hesinê xerab şûrê baş çê nabe, ji HDPê jî siyaseteke kurdistanî û kurdperwer sadir nabe.

Dibê êdî hûn kurdên Kurdistanê dixwazin û kurdên li dijî Kurdistanê nej i hev bigerînin.

Dibê êdî hûn tirkan û kurdên welatparêz ji hev bigerînin. Bi vê HDPê kurd tiştekî bi ser avê naxin.

Biryarên HDPê yên li ser metropolên Tirkiyê, Rihayê û Dîlokê û xulamtiya ji CHPê ra nîşan dide ji vê partiyê tiştekî baş ebeden sadir nabe. Heyfa ked û fedekarî, ezîyet û cefa we ye, bi vê HDPê, bi van kadirên tirk em ji kurdan ra tu havilê nakin. 

Dibê hûn êdî kerê tîzokê û mangê ji hev bigerînin. Ya dibê HDP bibe partiyeke Kurdistanî û siyaseteke netewî bimeşîne, ya jî dibê kurdên azadîxwaz û serxwebûnxwaz dev jê berdin.

Bê qeyd û şert, bêyî îmzekirina peymaneke feydeya wê ji kurdan ra hebe, piştgiriya CHPê û IPê sosiret û rûreşîyeke mezin e. 

Akşener di her warî da, îdeolojîk û siyasî, sed qatî bêtir neyara miletê kurd e. 

CHP bi IPya faşîst ra rûdine, hevkariyê dike, lê bi HDPê ra nake. Çimkî wek partiyeke kemalîst ew jî partiyeke nayara kurd û Kurdistanê ye. Heta nuha Kiliçdaroglu piştgirî daye hemû êrîşên hukûmetê yên ser kurdan. 

CHP piştgiriyê dide dagirkirina rojava.
Kurd ne mecbûr in di nabêna du dijminên xwe da tercîhekê bikin. Cepheya AKPê-MHPê jî û ya CHPê-IPê jî antî kurd in, ne rast e kurd rayên xwe bidin ji van cepheyan yekê.

Kurdên metropolan dibê neçin ser sindoqan. Li Kurdistanê jî rewş hîn ne zelal e, her roj rewş diguhere. Baş ne diyar e heta hilbijartinan ewê rewşa siyasî çawa be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE