22 januari 2019

Huda-Para piştgirî da dagerkirina Efrînê bi bisîklêtê diçe gazî û hawara Turkîstana Rojhilat



Hin endamên Huda-Parê ji bo piştgiriya musilmanên zulm li wan dibe ewê bi bisiklêtê ji Edenê herin li Turkîstana Rojhilat, li Filistînê, li Sûriyê, li Misirê, li Arakanê, li Yemenê, li Afganîstan û li Çeçenîstanê civînên çapemeniyê çê bikin û zulma li wan miletan dibe protesto bikin. Wek ”partiyeke kurd” wek ferdên miletekî bêdewlet û bindest ewê herin destegê bidin van musilmanên xwedî dewlet û halê wan di her warî da ji yê kurdan baştir.


Çel milyon kurd bêdewlet û bindest in û welatê wan di bin dagerkeriya çar weltan da ye. Li sê beşên Kurdistanê heta bigihîje zimanê kurdî jî yasax e, zarokên kurdan bi darê zorê fêrî farisî, erebî û tirkî dibin. Navê Kurdistanê, ala kurd yasax e. Hebûna kurdan nayê naskirin.

Ev çend sal in bi sedhezaran kurd li welatên xwe mahcir bûne û di çandiran da, di halekî perîşan da dijîn.

Û Huda-Par wek partiyeke vî miletê bindest û ji hemû mafên xwe yên însanî û netewî bêpar naçe li Kurdistanê nagere, ji bo gelê xwe mitîngan û civînên çapemeniyê çê nake, zulma li ser kurdan protesto nake, diçe hawara Turkîstanê, Afganîstanê, Misrê, Çeçenîstanê û Yêmenê, zulma li ser wan protesto dike.

Meriv nikane ji viya bêtir bêrû û xayin be. 

Vê Huda-Parê salek berê piştgirî da dagerkeriya Efrînê. Vê Huda-Parê heta nuha yek carê jî ji bo kurdan çalakiyeke wiha, meşeke wiha çênekiriye, yek carê jî zulma li kurdan dibe protesto nekiriye.

Lê belê li Turkîstanê, Çeçenîstanê, Afganîstanê, Yemenê û Filistînê bi bisiklêtan derdikevin tûrên protestoyê.

Meriv hewqasî jî nabe dijminê gelê xwe. Vana bûne wek xeçereke di pişta miletê kurd da


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE