26 januari 2019

Gelê me yê başûr ji zulm û kuştinên Tirkiyê ra îro got êdî bes !




Gelê me li başûrê Kurdistanê li Şêledizê li hemberî dagirkerî, zulm, teror û qetlên artêşa Tirkiyê îro serî hilda û êrîş bir ser hin baregehên leşkerî yên Tirkiyê. 

Leşkerên tirk gel gulebaran kirin û li gorî medyaya kurd dinivîse du siwîl şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn. Di êrîşên balafirên tirk yên pêr û do da jî 6 kesên siwîl şehîd ketibûn.


Zulma leşkerên tirk li gelê me yê başûr dike hew tê kişandin. Di bombebaranên pêr û do da 6 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin.

Di êrîşên Tirkiyê da di nava salekê da nêzî 30 kesî hatine kuştin. Kes nikane here gundê xwe. Bi sedan gund hatine wêrankirn. 

Dibê hukûmeta Kurdistanê û Bexda bi hev ra dawî li dagikeriya Tirkiyê bînin. 

Dagikeriya Tirkiyê dibê tu carî xweş neyê dîtin û neyê qebûlkirin. 

Dibê hukûmeta Kurdistanê û hemû partî piştgiriyê bidin protestoyên gelê xwe. Ev protesto û serîhildaneke rewa ye.
Û ji bo derxistina hêzên dagirker ji welatê xwe dibê hukûmet û hêzên kurd têkevin nava xebatên siayî û dîplomatîk. 

Tu sebeb, tu bahane êrîş û cînayetên Tirkiyê bi heq nîşan nade, hebûna leşkerên tirk li başûrê Kurdistan ne meşrû ye, dagirkerî ye û dibê kurd viya bi dengekî bilind bibêjin û li dij derkevin.

Bira Tirkiye sînorên xwe baş qontrol bike, bira nehêle hemwelatiyên Tirkiyê derbasî wî alî bibin. Gava nikanin sînorên xwe biparêzin ev sûcê wan e.

PKK behane ye, PKK hebe, tunebe Tirkiye bela xwe ji kurdan venake û bi rehetî ji herêmên dagir kirine dernakeve.

PKK li Îranê jî heye û ji Îranê jî sînor derbas dikin, diherin û tên. De bira Tirkiye here Îranê jî dagir bike, bira here gundiyên îranî jî bikuje...

Ji bo ku hêzên tirk ji başûrê Kurdistanê derkevin dibê hukûmeta Kurdistanê ji Neteweyên Yekbûyî, ji Bexdayê alîkariyê bixwaze. Bexda mecbûr e sînorên xwe biparêze.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE