11 januari 2019

Erdogan guhdarîkirina li Mozart wek daxwazeke faşîstî dibîne


Artîstê tirk Rutkay Azîz gotiye, ”Bira serokkomar Erdogan li Mozart, li Beethoven guhdarî bike, belkî jê ra baş were.”

Erdogan ji vê pêşniyara Rutkay Azîz pir aciz bûye û gotiye:

”Şêl û meşreba serokkomarê vî welatî tê zanîn. Îcbarkirina bira bîrayê vexwe û li Mozart guhdarî bike faşîstiya herî mezin e ! ”


Ecêba giran, mêrik guhdarîkina li Mozart ji bo xwe wek heqareteke pir mezin dibîne !

Bi rastî jî dibê miletê tirk, îslamîstên tirk û dinyayê bi vê gotina Erdogan serbilind bibin. Serokekî wiha zû bi zû nabe nesîbê her miletî û her tevgera siyasî !

XXX
Li gorî rapora Rojnamevanên Sînornenas(RSF)ya 2018a Tirkiye du pêlikan paş da çûye û di nava 180 welatan da daketiye rêza 157a.

Di raporê da tê gotin ”Tirkiye ji bo rojnamevanan girtîxaneya dinyayê ya herî mezin e.”

Rez berê jî ne tu rez bû, terezê lê xist ji bin da tengezar bû. 

Welat berê jî ne tu welat bû, îslamîst hatin ji kok û asas da berbat bû.
Tirkiye êdî ne ji bo rojnamevan û însanan tenê, ji bo kûçikan û pisikan û heywanan jî bûye zindan û cehnimeyeke rastîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE