10 januari 2019

Derew û bêexlaqî


Patenta derewan ne li ser navê wan be jî bavê derewan siyasetmedarên tirk û medyaya tirk e. Herdu serî jî kûreye derewan in. Hema berdidin. 

Ji bo ku neyartiya kurdan bikin derew û bêbextiya, telaqreşiya nekin tuneye. Deremek exlaq ne bi siyasetmedarên tirk ra maye û ne jî bi medyaya wan ra.


Humorîstê emerîkî Finley Peter Dunne li ser derewa ji bo berjewendiyê, ji bo armancekê gotiye:

”Derewa ji bo armancekê tê kirin, şiklê derewa herî bêsinc(bêexlaq) e, lê ya herî pir bi kêr tê jî ew e.”

Siyasetmedar û medyaya tirk li ser kurdan tiştekî tenê rast dibêjin, gava dibêjin ewê nehêlin Sûriye û Îraq perçe bibe û dewleteke kurd, Kurdistan çê bibe.

Yanî neyartiya wan ya bi kurdan ra tenê rast e, wekî din çi bibêjin jî ji sedî 99 vir e. 

Derew meriv bêxlqa dike, siyasetmedar û medyaya tirk bi çûk û mezinên xwe ve kezab û bêsinc(bêexlaq)in. 

Bêyî ku şerm bikin Erdogan, Çuvuşoglu û berpirsiyarên hukûmeta AKPê dibêjin ew ne li dijî kurdan  e, ew tenê li dijî PKKê û PYDê ne. Helbet ev vireke bi biçok e.

Heger Erdogan û Çavuşoglu kurdan  wek milet neyarên xwe yê herî mezin nabînin, çima li başûr li dijî referandûma serxwebûnê bûn?

Çima dibêjin ew qebûl nakinkurd ji Îraqê veqetin û serxwebûna  xwe îlan bikin?
Çima li dij bûn kurd li Kerkûkê ala Kurdistanê hildin?
Çima Tirkiye li dijî ala Kurdistanê ye?
Çima  tirkiye nahêle kurd li bakur ala xwe bi azadî hil din?
Çima Tirkiye li dijî navê Kurdistanê ye û nahêle kurd navê welatê xwe bi kar bînin?
Çima Tirkiye dibêje ewê nehêle Sûriye perçe bibe û dewletek kurd ava bibe?
Heger ew ne li dijî kurdan e, çima di qanûna esasî da hebûna kurdan qebûl nakin û mafên kurdan yên netewî nadin?
Çima zimanê kurdî nakin zimanê perwerdê?

Meriv kane van numûneyan dirêjtir bike, lê ne hewce ye.

Li vê dinyayê derewa herî mezin gava Erdogan û Çavuşoglu dibêjin ew ne li dijî kurdan e. 

Lê ew çi bibêjin jî kurdan êdî baş fêm kiriye ew li dijî hebûna me û neyarên serê me ne.
  


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE