17 januari 2019

Buhayê maçekê


Rutbe

Zabitekî tirk çû qahwexanê. Sofî Silo li masa li kêleka zabit rûniştibû. Zabit bi zirt ji Sofî Silo ra got:
-Tu çima ji ber min ranebûser xwe?
-Sofî Silo got:

-Tu kî yî, ji bo çi ezê ji ber te rabim ser xwe?
-Zabit got:
-Ez qorgeneral im.
Sofî Silo got:
-Dû ra tu yê bibî çi?
-Dû ra ezê bibim orgeneral.
-Piştî orgeneraliyê tu yê bibî çi?
-Ma piştî orgeneraliyê ezê bibim çi, ezê teqawit bibm û li mala xwe rûnim.
Sofî Silo got:
-Binêre, merteba deh salên din tu yê bigihîjê ez nuha lê me. Yanî rutbeya min ji ya te bilindtir e. Lema jî dibê tu ji ber min rabî.


Maçek

Jinikê bala xwe dayê cîrana wê kurkekî nuh yê pir xweşik lê ye. Dilê wê bijiyayê. Got:
-Bi xêr be, te bi çiqasî kirî?
Cîrana wê got:
-Wele min bi maçekê kirî. Min maçek da peyê/mêrê xwe û ji min ra kirî.
Jinikê bi dilekî bi keser got:
Bêxêrê min her şev heta destê sibê mirçe mirça wî ye lê dîsa jî ji min ra tu kurk murkan nakire.

Guhertina nav 

Yekî tirk ji bo guhertina navê xwe li mahkimê bû. Hakim jê pirsî:
-Navê te çi ye?
Mêrik bersîv da, got:
-Navê min Haqî Xiyar e hakim beg.
Hakim got:
-Min fêm kir, daxwaza te ya guhertina nav di cî da ye. Baş e tu dixwazî navê xwe bike çi?
-Ez dixwazim navê xwe bikim Sadiq Xiyar.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE