16 januari 2019

Berf barî dîsa kar ji min ra derket



Dema ez xort bûm li welêt qedrê kal û pîran hebû, me nedihîşt bavên me, kal û pîrên me destên xwe di ava sar û gem da kin. Hemû kar me xortan dikir. Me nedihîşt kalên me xwe bixwestînin.


Lê li Swêd ne wiha ye, tu kalekî wek min be jî dibê tu berfa hewşa xwe paqij bikî. 

Gunehê kesî bi meriv nayê...

Li vir meriv karkirê xwe ye. Dibê tu karê xwe bikî.


Ji mecbûrî min jî wek şêran çû rahîşt kulingê xwe(bêra berfê) û riya mala xwe vekir, kir wek riya paporê. 

Ji bo ku hûn xwendevanên hindik-rindik jî bibînin vê şev nîvê şevê min çi kar kiriye, ez du risman jî parve dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE