20 december 2018

Xebera kuştina kurdekî tirkê herî birçî jî têr dike


Îran jî dijminê me ye û tu carî xêra me naxwaze, naxwaze em kurd li tu beşekî Kurdistanê bi ser kevin û azad bibibn. Heta ji destê meleyên faşîst tê gorra me dikolin.

Lê bi baweriya min ne Îran û ne jî dijminekî me yê din, him wek dewlet û him jî wek milet, wek Tirkiyê û tirkan ne har in û 24 saetan ne li dû me ne.


Tirkiye bi hemû dezgehên xwe ve, li der, li hundur wek kûçikê bînê bigerîne 24 saetan wer li dû me ye.

Belkî ji sedî 99ê tirkan jî dixwazin dewleta wan koka me biqelîne, li dinyayê yek kurd jî nemîne.

Faşîst û nîjadperestên(irqçiyên)her miletî hene, lê yên tirkan çend kes ne tê da, miletek bi tevayî irqçî û nazîst e. 

Bêyî HDPê heta nuha min nedîtiye yek partiyeke tirk, yek ronakbîrekî tirk rexne li êrîşkariya hukûmetê girtibe û gotibe yaho ji Xwedê bitirsin, hûn çi ji kurdan dixwazin?

Hûn nahêlin kurdên welatên din jî bîna xwe bigrin ! 

Kurdên rojava xîçek navêtiye ji me da, hûn çima dikin herin welatê wan dagir bikin û bi qatilên îslamî welatê wan, mal û milkên wan bidin talankirin?

Li Sûriyê kurd û ereb çi dikin çi me ra?
Çima hûn bela xwe ji kurdan venakin?

Yek tirk wiha nabêje, her kes dixwaze hukşmet zû rojava dagir bike û çend hezar kurdan bikuje...

Xebera kuştina her kurdekî tirkê herî birçî jî têr dike, miletê tirk kêfxweş û bextewar dike...
Dibê em vê rastiyê bizanibin...

Tiştê min ji tirkan fêm kiriye, tirk teniya bi don in, emê zû bi zû ji wan xelas nebin. Fedekarî, egîdî û gernasîya me têrê nake, dibê em bêtir biaqil bin û siyaseteke zîrektir bimeşînin. Û miheqeq yekîtiya xwe çê kin. Û miheqeq yekîtiya xwe çê kin. Tiştê ji me ra lazim e ev e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE