23 december 2018

Tişt nabe ezê bipêm


Yek li ber îdamê, dardekirinê bû. Mele, celad, hakim, her kes hazir bû. Daxwaza wî ya dawî jê pirsîn:
Got:
-Ez dixwazim hûn min têxin gorra lawê min.
Li hemberî vê daxwaza wî şaş man, gotin:

-Lawê te nemiriye, sax e !
-Tişt nabe, ezê bipêm…




Sond
Di wext û zemanekî berê da zarok ji xanima yekî gundî ra nedibû. Mêrik rabû qewlek girt, got:
-Xwedêo, tu zarokekî bidî me, ahd û wahd be ezê kerekê keram e paşpê derxim ser minarê.
Di ser ra wext derbas bûye, bi rastî jî daxwaza wî bi cî hatiye, zarokek ji wan ra çê bûye.
Ji bo ku soza xwe bîne cî xwestiye kerê paşmê derxe ser minarê. Lê helbet nebûye. Gelkî bi kerê da ketiye lê bêfeyde bûye.
Tam di wê nabênê da sofî Elo ji wir derbas bûye, çûye ba wî gotiye:
-Lawo ma tu dîn bûyî, ji bo çi tu wiha dikî?
Mêrik mesele jê ra gotiye. Sofî Elo dest pê kiriye ev pirsên jêr ji mêrik kirine:
-Tu heşîşê vedixwî?
-Heşayî min, heram e, ez tiştê heram nakim.
-Te qet destê xwe avêtiye namûsa kesî?
-Heşa, ew zîna ye.
Te dizî kiriye?
-Heşa, dizî heram e, ez malê heram naxwim.
Te malê kesî xwariye?
-Tobe tobe, meriv malê xelkê naxwe.
-Te araq vexwariye, tu zewq û sefa kiriye?
-Na weleh, araq heram e û ez ji îsrafê hez nakim.
Sofî Elo gotiye:
-Kuro wê demê kerê ji te baştir tuneye, tu bi xwe derkeve ser minarê. Bela xwe ji vê heywana kerr û lal vele...


Nan

Mele li ser nimêjê, dua û daxwazên ji Xwedê ders dida zarokan û şîret li wan dikir. Ji Gewrê pirsî, got:
-Çima em bi carekê qîma xwe naynin û her sibe ji Xwedayê xwe nan dixwazin?
Gewrê hinekî fikirî û got:
-Belkî ji bo ku nan tez be…


Cenaze

Bavê Gurgînê şufêr çû rahmetê. Ji bo şuştina cenaze ban mele kir. Mele hat cenaze pak şuşt, kefen girê da û karê xwe qedand. Gurgîn 20 kaxet/lîre da mele. Mele 20 kaxet pir hindik dît, got:
-20 kaxet hindik e…
Gurgîn got:
-Çawa hindik e mele, a li wê benzînxana jêr erebeyeke mezin bi 15 kaxetan dişon…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE