14 december 2018

Peyva dirêj



Mamoste ji Azad ra got:
-Peyveke dirêj bibêje.
Azad got.
-Lastîk mamoste !
Mamoste got:
-Lastîk peyveke ne dirêj e, peyvên jê dirêjtir hene.
Azad got:

-Erê kin e lê tu bikşînî dirêj dibe mamoste !


Musrîf

Yek ji ber mizgeftê derbas dibû. Parsekekî qerpalperitî destê xwe li ber vegirt û got ji bo Xwedê sedeqeyekê bide vî feqîrî.
Dilê wî pê şewitî, derxist sed(100)lîre dayê û dû ra jê pirsî:
-Li qusûra min nenêre lê min meraq kir, ji bo çi tu ketî vî halî?
Parsek got:
-Ez jî mîna te yekî musrîf(bolvir, destbela) bûm…

Ez nikanim derewan bikim

Nêçîrvanekî ji hevalê xwe ra pesnê xwe dida:
-Bawer bike wê rojê min tam nehsedûnodûneh(999) kerguh/kîroşk kuştin.
Hevalê wî got:
-Yanî hema bibêje hezar heb… !
-Na na ne hezar, ma ji bo kerguhekê ez rabim derwan bikim !

Kuçe 

Yekî xerîb li kuçeyekê edresekê digeriya. Li ber deriyê avahiyekê rastî fêkîfiroşekî hat. Jê pirsî, got:
-Gelo ev kuçe dihere ku derê?
Fêkîfiroş got:
-Weleh ev deh sal in ez li vê kuçê fêkî difroşim lê kuçe tim li ciyê xwe ye û bi derekê da neçûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE