05 december 2018

Nadîa Mûrad- Dengê qirkirina êzdiyan



Telewîzyona Swêdî kanala 1ê do bi şev fîlmê dokumentî(belgeyî) yê Alexandria Bombach yê li ser jiyan û micadela Nadîa Mûrad û qetlîama musilmanan anîn serê gelê wê nîşan da. Navê fîlm, "Nadîa- Dengê qirkirinê." Fîlm saetek û 30 deqîqe bû.


Dokumenterekî, fîlmekî kezebşewat bû, heta dawiyê hêsir ji çavên min û xanimê herikîn.
Em çi bikin, li vê dinyayê girî tim bûye para me kurdan…

Çar sal berê qatilên Daîşê û xwînxwarên îslamî girtin ser gundê Nadîa Mûrad, ew û bi hezaran keç û jinên êzdî êsîr girtin, malbata wê, gelê wê qir kirin, malên wan talan kirin û bi dehhezaran êzdî jî bi çolan xistin.

Tiştê Daîşê û musilmanan anîn serê êzdiyan bi hedef û armanca xwe ji jenosîda eremeniyan ne kêmtir e.

Û dinyayê hîn jî ji van qatilên êzdiyan û însaniyetê û ji kes û dewletên li pişt wan hesab nepirsîye, sûcdar û qatil hîn jî ceza nekirine. Bi hezaran êzdî hîn jî li çol û çepelan, di kampan da jiyaneke nayê kişandin dijîn. 

Ji ber ku Nadîa Mûrad keça gelekî bêdewlet e lema jî bêkes û bêpişt e, kes hesabê wê ji qatilên musilman û ji dewletên li pişt qatilan napirse. Qatil û hevalbendên wan diyar in lê kesê wan bigre û ceza bike tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE