22 december 2018

Mirîdên siyasî



Kumê rastan(rastgoyan) tim qetyayî ye. Lema jî ez ji rexneyên li min tên kirin qet aciz nabim. Heta ji min tê ez bêsansor difkirim û fikrê xwe bêsansor dibêjim. Lema jî gelek kes ji van fikirên min aciz in. 

Şekir ne xurdê devê her kesî ye, rastgoyî jî ne karê her kesî ye. Hin kes mirîd in û dixwazin mirîd bimînin.


Tu îtîraza min ji wan ra tuneye, lê ya xerab mirîd dixwazin her kes wek wan bibin mirîdê partiyekê û serokekî.

Sabahattin Korkmaz Kek Zinar, te gotina xwe hinek 'sergirtî' (mealen) gotiye.

Belê yên ku te nasdikin (wekî min) dizanin ku tu kê û çi qest dikî. Ez bi qesta te re me. Hem jî bi 'qest' (qasten)! 'Murîdî', şêla (forma) mirovî ya herî xerab e.

Li gora teolojiyê jî û li gora pênaseya fitrata mirovatiyê jî, Mirov/beşer 'nîvco' ye, ne 'tam' e (li gora teolojiye 'tam' bûn mexsûsê Xweda ye), dikare xeletî û çewtiyan bike.

Belê, hergav dikare ji xeletî û 'sûc' ên xwe vegere. Ji xeletî, şaşî û 'sûc'an vegerîn, marîfet e.

Belê murîd, papaxan e. Tu şansê murîd, ku li xwe hay bibe û vegere ser rastiya xwe ya mirovî tun e.

Çim kî wî/ê îrada xwe teslîmî şêx û terîqetê kir ye.
Kesî diye ku murîdekî şêx an terîqeta xwe rexne kir ye?!
Kek Zinar, di gelek meyzandin û şîroveyên siyasî de mirov dikare wekî hev nefikir e.

Bi şertê ku mirov 'fikrî sabît' nebe û bi taybetî li şexsiyata hev a takekesî heqaret û tehdîtan neke, ev cuda-rengî awantajeke ku mirov dikare ji hev gelek tişten jî hîn bibe.
 
Kek Zinar, van salên dawî (berê jî hebûne miheqeq), dîsa bi mesela murîd/murîdîtiyê ve grêdayî (ka bi tirkî dibêjin ya), "Qiraldan qiralcî", di siyasetê de sinifekî "qiralcî" heye ku heta siyaset ji vêya rizgar nebe, mixabin ku em ê negijin tu mirad û mexsedan.

Ji wê bonê; divê mirov heta dawiyê 'Îtîraza' murîdan jî û ya "qiralciyan" jî bike. Bi vê wesîlê ji Diyarbekrê rêz û silav.

Zinarê Xamo Kekê Sabahattîn, weka her car, te dîsa pir xweş gotiye û tiştê qesta vê nivîsê bû lê min zêde zelal nekiribû, te temam kiriye.

Birayê ezîz, tiştekî ez li van gotinên te yên şîrîn û felsefîk zêde bikim tuneye, te rast gotiye, wextê sinifeke nuh derxistiye ortê û karê vê sinifa nuh jî mirîdiya siyasî ye.
Ji Stockholmê gelek silavên biratiyê


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE