12 december 2018

Li Tirkiyê yek dibistan jî bê mescît namîne


Tirkiye bûye welatê mizgeftan. Êdî her dibistan ewê bibe mizgeft jî.

Wezareta Perwedeya Netewî ya Tirkiyê biryar daye li Tirkiyê û li Kurdistanê yek dibistan jî bê mescît nemîne, li her dibistanê ewê mescîdek were çêkirin. 
 

Vê projeya dibê li her dibistanê mescîdek hebe di sala 2015a da dest pê kiriye û heta nuha li gelek dibistanan mescîd hatine çêkirin. Û li dibistanên bêmescîd jî peyder pey tên çêkirin.

Li Tirkiyê di nava 10 salan da jimara mizgeftan(camiyan) 10 qat zêde bûye. Li gorî Rûdawê nivîsîye li Stenbolê tenê 3 hezar û 400 mizgeft hene û ji bo avakirina 10 hezar mizgeftên din jî amadekarî bi suret berdewam in.

Li gorî îstatîstîkan di nava hemû welatên misilman da mizgeft herî zêde li Tirkiyê hene. 

Li Tirkiyê jimara mizgeftan 90 hezar e û ya dibistanan jî 67 hezar û hefsed e. 

Mescîdên dibistanan jî têkev eser 90 hezarî, jimara mizgeftan ji dibistanan çend qatan zêdetir dibe. 

Ev jî tê maneya her dibistan di praktîkê da ewê bibe mizgeft. Û zarok jî ji ilm bêtir ewê hin çîrok, derew û xurafeyan vala fêr bibin û bibin fanatîkên wek yên Daîşê.  

Tiştê Gulen jî dixwest ev bû. 

Erê nuha Gulen êdî ne li ser hukim e, lê belê hin terîqetên din karê Gulen nîvçe hîştiye temam dikin.

Nufûsa Misrê nêzî 100 milyonî ye, yanî 20 milyon ji nufûsa Tirkiyê pirtir e. Lê li gel vê jî mizgeftên Tirkiyê ji yên Misirê, Îranê û Erebîstana Siûdî pirtir in.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE